Rojeva rojnameyên erebî yên îro

Rojnameyên erebî yên îro behsa pêşketinên Hêzên Sûriya Demokratîk li baregeha dawîn a çeteyên DAIŞ`ê li rojhilatê Sûriyê, vekişandina Amerîkyêa, hewldanên Tirkiyê ji bo tevlêkirina Cebhet El-Nusra nava qaşo “Artêşa Niştîmanî”, serhildanên Sûdanê û aloziya Venezuela kir.

Rojeva rojnameyên erebî yên îro
11 sibat, 2019   09:10

NAVENDA NÛÇEYAN

El-Heyat: Şerê giran ji bo têkbirina DAIŞ`ê li baregeha wê ya dawîn li rojhilatê Sûriyê

Rojnameya El-Heyat îro behsa şerê QSD`ê yê li dijî DAIŞ`ê li Sûriyê kir û wiha nivîsand: "Duh şerên giran ku QSD`ê ji bo têkbirina baregeha dawîn aa “xîlafetê” ragihand, dewam kir. Berdevkê leşkerî yê pêngava Dêrazorê ji ajansa AFP’ê re got “Ji duh sibê de şer dewam dike. Di van kêliyan de şerên giran rû didin û me dest bi êrîşê kiriye. Şervanên me bi pêşve diçin.”

Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê jî ragihand ku duh sibê şerên giran di navbera her du aliyan de rû dan. Koalîsyona Navneteweyî jî bi esmanî û topavêjan baregehên terorîstan kirin hedef. Gerînendeyê navendê Ramî Ebdulreham got şer dewam dike û bi taybet duh sibê şerên giran rû dan û mayin hatin teqandin.

Berpirsê ragihandinê yê QSD`ê Mustefa Balî têkildarî mijarê ji rojnameyê re wiha axivî: “Hêzên QSD`ê di şerê destpêka Îlona derbasbûyî de, dikaribûn derbasî cihê herî dawîn ê rêxistinê bibin û niha di 4 kîlometre çargoşe de li nêzî sînorê Iraqê xistine çemberê. Heta niha 600 terorîst ku piraniya xwe biyanî ne, di çemberê de ne.

Şeriq El-Ewset: General Votel texmîn dike ku hêzên Amerîkayê di van hefteyan de dest bi derketina ji Sûriyê bikin

Rojnameya Şerq El-Ewset behsa mijara vekişandina Amerîkayê ji Sûriyê kir û wiha got: "General Joseph Votel fermandarê navendî yê Amerîkayê tê payîn ku DYA di van hefteyan de dest bi vekişandina hêza xwe ya bejahî li Sûriyê bike, wekî ku serok Donald Trump xwestiye.

Votel ku li ser hêzên Amerîkayê yên li Rojhilata Navîn disekine, bi berdewamî wiha got: "Dema vekişandinê bi awayekî cidî li ser rewşa Sûriyê dimîne. Şervanên ku DYA piştgiriya wan dike, êrîşa dawîn li dijî cihê rêxistina DAIŞ`ê li nêzî sînorê Iraqê dest pê kirin.”

Der barê pirsa ku gelo wê hêzên Amerîkayê ku hejmara xwe 2 hezar leşker derbas dike, wê van rojan an jî van hefteyan dest bi vekişandinê bikin, Votel wiha bersivand: "Dibe ku van hefteyan be. Lê careke din rewşa li ser erdê diyar dike.”

El-Weten: Pêxasên Tirkiyê tevlêbûna El-Nusrayê nava aliyê siyasî red dikin... Binpêkirinên terorîstên El-Şemal dewam dikin û artêş bersiv dide

Her wiha rojnameya El-Weten Sûriyê ya nêzî rejîmê li ser zimanê çavkanyan got Tevgera Ehrar El-Şam a Îslamî û Nûredîn El-Zinkî yên di bin sîwana “Cebha El-Weteniye Tehrîr” de ragihandin ew tevlêbûna El-Nusra nava aliyên wan ên siyasî red dikin. Li gorî heman çavkaniyan, Tevgera Ehrar El-Şam a Îslamî û Nûredîn El-Zinkî nerazîbûna xwe derbarê mijarê, ji fermandarên Tirk ên berpirsên noqteyên çavdêriyê li Idlibê û derdora wê ragihandine.

Lubnan

Têkildarî rewşa Lubnanê, rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: “Çavkaniyên siyasî yên Lubnanê ragihand ku serdana wezîrê karên derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf ji bo Beyrûtê di çarçoveya rewşa hundirîn a Îranê de bû.”

Yemen

Rojnameya Şerq El-Ewset behsa mijara Yemenê kir û wiha got: "Wekîlê Wezareta Mafên Mirovan a Yemenê Macid Fidayîl ragihand ku danûstandinên Yemenê li Urdunê ji bo guhartina kesên dîlgirtî dewam dikin. Wekîl anî ziman ku di lîsteya destpêkê de wê 2 hezar û 200 kesên dîl bi hev werin guhertin û dibe ku hejmar zêde bibe.”

Iraq

Têkildarî rewşa Iraqê, rojnameya El-Ereb bal kişand ser mijarên siyasî û wiha nivîsand: "Serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî El-Malikî hewl dide cihekî xwe di nava erkeke nû ku di encama hilbijartinan de hatin belavkirin, bigire. Çavkaniyên siyasî ji Bexdayê ragihand ku tê texmînkirin ku El-Malikî erka xwe ya cîgiriya serokkomariyê nû bike.”

Sûdan

Têkildarî rewşa Sûdanê, rojnameya El-Ereb wiha got: "Qeter danûstandina di navbera aliyên Sûdanê de dike, da ku danûstadina di navbera hikumet û tevgerên çekdarî ku li ser belgeya Dewha a Aştiyê li Darforê îmze nekirine, ji nû ve vejîne.”

Venezuela

Her wiha têkildarî rewşa Venezuelayê jî rojnameya El-Heyat wiha got: "Efserekî payebilind ê hêzên bejahî yê Venezuelayê Robin Alberto Paz Jiménez gotiye ku ew êdî îtirafê bi desthilatdariya serok Nicholas Maduro nake û piştgirî da Juan Guaido ku xwe wek serokê bi wekaletê diyar kir.”

(kc)