Meclisa Edaleta Civakî ya Herêma Firatê kar û xebatên xwe nirxandin

Meclisa Edaleta Civakî ya Herêma Firatê di civîna bi druşmeya ‘Rastî armanca me ye, Edalet rêya me ye’ de hatî lidarxistin de kar û xebatên xwe yên salên dawîn nirxandin.

Meclisa Edaleta Civakî ya Herêma Firatê kar û xebatên xwe nirxandin
Meclisa Edaleta Civakî ya Herêma Firatê kar û xebatên xwe nirxandin
Meclisa Edaleta Civakî ya Herêma Firatê kar û xebatên xwe nirxandin
Meclisa Edaleta Civakî ya Herêma Firatê kar û xebatên xwe nirxandin
9 sibat, 2019   13:44

KOBANÊ

Meclîsa Edaleta Civakî ya Herêma Firatê kar û xebatên xwe yên salên dawîn di civîneka a li Kobanê de pêkhatî nirxandin. Civîn di bin druşmeya ‘Rastî armanca me ye, Edalet rêya me ye’ li Hola Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido hat lidarxistin. Endam û rêveberên Meclisê tevlî civînê bûn. Bi dehan nûnerên eşîrên ji pêkhateya Kurd û Ereb ên herêma Firatê, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kobanê, gelek endamên saziyên sivîl û nûnerên partiyên siyasî, amade bûn.

Di civînê de kar û xebatên salên dawî, pirsgirêk û pêşniyarên ji bo xebatên nû hatin nîqaşkirin.

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan ê Herêma Firatê Arif Balî axivî û got: “Meclisa Edaleta Civakî di pêkanîna edaleta bi rêya felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava civakê de dixebite. Destkeftiyên ku pêk hatin bi saya lehengiya şehîdan bû, ji ber vê yekê divê ji bo wefadariya şehîdan, em edaletê di nava civakê de misoger bikin."

Paşê Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid axivî û wiha got: "Meclisa Edaleta Civakî karîbû pirsgirêkên di nava civakê bi awayekî adil dûrî berjewendiyan çareser bike, edalet bîngeha sereke di projeya me ya demokratîk de ye."

Paşê raporên xebata Meclisê yên salên beriya êrîşa li ser bajarê Kobanê û piştî rizgarkirina bajêr û heta roja me ya îro, hatin xwendin.

Meclisê di raporên xwe de got ku piştî rizgarkirina herêmê ji DAIŞ`ê, di çarçoveya aktîfkirina saziyên dozgerî, dadgeh hatin vekirin û komîteyên di meclisên edaletê de hatin aktîfkirin.

Meclisê teqez kir ku wan bi hemû awayî dozên ji wan re dihatin, çareser dikirin, da ku edalet û wekheviyê di nava civakê de bicih bikin.

Meclisê li pêşiya beşdaran derbarê şaşitiyên ku di karê wan de derketin, rexnedayîna xwe dan.

Beşdaran nerînên xwe li ser rastiya xebatên edaletê de diyar kirin, beşdaran destnîşan kirin ku divê meclis hîna bêhitir kedê bide ku da hemû pirsgirêkan çareser bikin û ji ber ku di hin dozên dozgeriyê de kêmanî kirin, hatin rexne kirin.

Her wiha endam û rêveberên Meclisa edaletê planên kar ên demên pêş nîqaş kirin, beşdaran pêşinyar kirin ku girînge endamên komîte û meclisa edaletê derbasî perwerdeyê bibin da ku hîna bêhitir hevkarî di nava komîte û dadgehên li herêmê de çêbe.

(jo/bm)

ANHA