Şêniyên Hesekê 3 şehîdên Şerê Tunekirina Terorê oxir kirin

Bi sedan şêniyên Hesekê cenazeyên 3 şervanên di qonaxa dawîn a hemleya Bagera Cizîrê de li Dêrazorê şehîd bûn, bi merasîmekê oxir kirin.

Şêniyên Hesekê 3 şehîdên Şerê Tunekirina Terorê oxir kirin
Şêniyên Hesekê 3 şehîdên Şerê Tunekirina Terorê oxir kirin
Şêniyên Hesekê 3 şehîdên Şerê Tunekirina Terorê oxir kirin
Şêniyên Hesekê 3 şehîdên Şerê Tunekirina Terorê oxir kirin
Şêniyên Hesekê 3 şehîdên Şerê Tunekirina Terorê oxir kirin
Şêniyên Hesekê 3 şehîdên Şerê Tunekirina Terorê oxir kirin
Şêniyên Hesekê 3 şehîdên Şerê Tunekirina Terorê oxir kirin
Şêniyên Hesekê 3 şehîdên Şerê Tunekirina Terorê oxir kirin
Şêniyên Hesekê 3 şehîdên Şerê Tunekirina Terorê oxir kirin
8 sibat, 2019   12:43

HESEKÊ

Bi sedan şêniyên Hesekê cenazeyên şervanê YPG’ê Hisên Şêxo Îsa (Alan Hesekê), şervanê QSD’ê Mihemed Hamid El-Namis û şervanê Erka Xweparastinê Hesen Şilaş ku qonaxa dawîn ya hemleya Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tunekirina Terorê de li bejahiya Dêrazorê şehîd bûn, ji Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê wergirtin û bi karwanekî ber bi Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê ve derketin rê.

Li goristanê merasîmek hate lidarxistin. Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Mihemed Dawid axivî û got gelek destkeftî bi saya berxwedana şehîdan hatine bidestxistin û soz da ku ew ê heta dawiyê şopdarên rêya şehîdan bin.

Di berdewama merasîmê de li ser navê Hêzên Erka Xweparastinê Salim Îbrahîm axivî û got ew ê ji bo pêkanîna hêviyên şehîdan heta dawiyê têkoşîna xwe dewam bikin.

Di merasîmê de li ser navê Meclisa Navçeya Rojava ya Hesekê jî Mihemed Eşref Şamî axivî û berxwedana hemû hêzên leşkerî û malbatên şehîdan silav kirin û bang li her kesî kir ku ji bo parastina nirxên şehîdan bi hemû hêza xwe têkoşînê bimeşînin.

Piştî axaftinan girseya gel cenazeyên her sê şehîdan bi dirûşmeyan spartin axê.

ANHA