Bengîn… navekî berxwedana hebûnê

Bawer dikir ku kesên bêwar, bê hebûn in. Ev bawerî ji xwe re kir çek û li hember xetereyan li ser erdê xwe sekinî, li ber xwe da, tê koşiya heya ku gihaşt asta şehadetê û li asîmanê welatê xwe bû stêrk.

Bengîn… navekî berxwedana hebûnê
Bengîn… navekî berxwedana hebûnê
Bengîn… navekî berxwedana hebûnê
Bengîn… navekî berxwedana hebûnê
Bengîn… navekî berxwedana hebûnê
Bengîn… navekî berxwedana hebûnê
Bengîn… navekî berxwedana hebûnê
Bengîn… navekî berxwedana hebûnê
Bengîn… navekî berxwedana hebûnê
8 sibat, 2019   05:20

ŞÎNDA EKREM / NAVENDA NÛÇEYAN

Bengîn yek ji hezarên ciwanên Rojava ye ku piştî 2012`an serî hilda. Ciwanan destpêkirina serdemeke nû ku koletî û dîktatorî tê de tune ye, ragihand.

14`ê Îlona 1994`an di jiyana malbata Ebdulezîz de rojeke cuda bû. Bengîn di herêma Serêkaniyê de di nav hembêza malbateke welatpêrêz de çavê xwe li dinê vekir.

Bengîn birayê mezin ê malbatê bû, yê herî aram bû lê xwedî giyanekî çalak bû. Piştî ku mezin dibe, dixebite da ku alîkariya malbatê bike. Di temenekî biçûk de Bengîn dest ji xwendinê berdide û ji bo kar berê xwe dide Lubnanê. Di dirêjahiya 6 salan de di boyaxkirinê de dixebite û kadroyên tevgera rizgariya Kurdistanê nas dike. Bengîn bêtir ji doza Kurd nêz dibe û li rex karê xwe tev li çalakiyên tevgerê dibe.

Beriya ku çirûska şoreşa Rojava dest pê bike, Bengîn vedigere welat. Lê ji bo ku debara malbatê peyda bike vê carê diçe Başûrê Kurdistanê.

Di wê demê de gelê Rojava dest bi şoreşê dike û herêman ji rejîma Sûriyê rizgar dike. Dema Bengîn destkeftiyên ku li welatê wî têne bidestxistin dibihîze, dixwaze vegere Rojava.

Lê hemû tiştên ku xeyal dikir li ser sînorên di navbera Başûr û Rojava de bi rastiya rewşê re li hev ketin. Asayîşa Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) rê neda ku Bengîn derbesî Rojava bibe û heya mehekê girt.

Ji ber wê li gel Bengîn pêlek ji kîn çêdibe. Ji ber ku nedihat aqilê wî ku hêzeke kurdî li hember daxwaza wî bibe bend. Piştî wê israra wî zêde dibe û careke din hewl dide derbas bibe. Ruxmî ku malbatê ji ber tirsa ser jiyana wî rê neda ku Bengîn derbas bibe, Bengîn careke din xwe li sînor dixe.

Wê demê şer li herêma Serêkaniyê dijwar bû. Di sala 2013`an de Cebhet El-Nusra (Heyet Tehrîr El-Şam di dema niha de) êrîşî herêmê kir û xwest ku bixe bin serweriya xwe. Lê YPG û YPJ`ê karî êrîşan bişikînin û di dawiyê de rizgar kir.

Di şerên Serêkaniyê de apê Bengîn şehîd dikeve. Ew jî bandorê li Bengîn dike û israr vegerê zêdetir dike. Piştî çend hewldanan bi rêya qaçaxçiyan Bengîn derbasî Rojava dibe û tev li YPG`ê dibe.

Bi tevlêbûnê re Bengîn di dewreyên perwerdeyên leşkerî û bîrdozî re derbas dibe. Piştî bidawîbûna dewreyan tev li gelek şeran dibe û tevî hevalên xwe xaka xwe diparêzin.

Di roja 14`ê Îlona 2013`an de di heman roja jidayikbûna xwe de, Bengîn dema tevlêbûna pêngava tohildana şehîdên Serêkaniyê li gundê Cava yê ku çeteyan dorpêç kiriye, şehîd dikeve.

Kurtejiyaneke tijî êş

Dayika şehîd Bengîn, Xezal kurê xwe dema biçûk bi bîr dixe û wiha dibêje: "Di encama rewşa aborî ya malbatê ya dijwar de, Bengîn di 12 saliya xwe de tevî xalê xwe diçe Lubnanê û di boyaxkirinê de dixebite. Piştî 6 salan vedigere Rojava."

Piştî rêwîtiya Lubnanê, Bengîn diçe Başûrê Kurdistanê. Lê piştî 3 mehan, ji ber ku qebûl nekir ku Rojava rastî xetereyan tê û ew jî jê dûr e, vedigere.

Wê demê  herêmên Serkaniyê rastî êrîşan dihatin. Rewş li tevahiya herêmên Rojava ji Efrînê heya Kobanê û Dêrikê ne aram bû. Birayê Bengîn Azad destnîşan kir ku dema Bengîn xwest vegere Rojava, hêzên asayîşê ji ber ku ew niyeta xwe ji bo tevlêbûna şerên li dijî DAIŞ`ê eşkere kiribû girtine.

Azad wiha domand: "Endamên asayîşê Bengîn îşkence kirin û heya 10 rojan birçî hiştin. Piştî mehekê dema Bengîn derket ji min re got min bawer dikir ku ev xaka min e lê rastî barovajî wê ye."

Dema ji girtîgehê derdikeve agahiya şehadeta apê xwe di şerên Serêkaniyê de dibihîze, wê demê vê gotinê dibêje: “Kesê bê xak, bê hebûn e”.

Bengîn tevî apê xwe ya din Mehmûd vegerîn Rojava û tev li YPG`ê bûn da ku tola şehîdê xwe hilînin û xaka xwe biparêzin.

Dayika şehîd Bengîn, Xezalê destnîşan kir ku piştî 9 mehan ji tevlêbûnê, ew hîna li benda vegera wî bû, lê di dawiyê de Bengîn jê re dibêje ku ew nikare hevalên xwe li qada şer bihêle û ew hevalên xwe yên şehîd û birîndar li ser milên xwe rakirine, ji ber wê tu veger ji wî re tune ye. Lê berovajî wê malbata xwe teşwîqî vegerê dikir.

Her tim soz dubare dikir heya ku anî cih

Hevalê Bengîn, Îbo got Bengîn ji ber cesaret û girêdana bi xakê ve bala mirov dikişand. Îbo tekez kir ku Bengîn hevalê demên dijwar bû. Bengîn gelek birîndar ji qadên şer xilas dikirin û dest ji wan bernedida.

Di her carê de ku Bengîn havelekî xwe winda bikira, soza şopandina têkoşînê dubare dikir. Têkoşîn û berxwedana xwe berdewam dikir û tev li şerên dijwar dibû.

Di 14`ê Îlona 2013`an de li gundê Cava şerekî dijwar rû dide. Wê demê Bengîn tev lê dibe. Çete gund ji tevahiya aliyan ve dorpêç dikin, lê Bengîn û hevalên xwe teslîm nebin û heya dawiyê şer dikin. Wê demê Bengîn şehîd dikeve û tev li karwanên şehîdan dibe.

(şx)

ANHA