Yekemîn komxebata danûstandinê li Helebê dest pê kir

Bi dirûşma “Ber bi Sûriyeyeke nenavendî û demokratîk ve” yekemîn komxebata danûstandinê li bajarê Helebê ku ji aliyê buroya Meclisa Sûriya Demokratîk a bajarê Helebê ve hatibû organîzekirin,  bi beşdarbûna 67 kesayetên ji partiyan, ên serbixwe, rewşenbîr, kesayetên olî (xiristiyan, êzidî, misilman) û nûnerên êlan dest pê kir.

Yekemîn komxebata danûstandinê li Helebê dest pê kir
Yekemîn komxebata danûstandinê li Helebê dest pê kir
Yekemîn komxebata danûstandinê li Helebê dest pê kir
Yekemîn komxebata danûstandinê li Helebê dest pê kir
Yekemîn komxebata danûstandinê li Helebê dest pê kir
Yekemîn komxebata danûstandinê li Helebê dest pê kir
Yekemîn komxebata danûstandinê li Helebê dest pê kir
Yekemîn komxebata danûstandinê li Helebê dest pê kir
Yekemîn komxebata danûstandinê li Helebê dest pê kir
7 sibat, 2019   13:08

HELEB

Komxebat li eywana Efrîn a taxa Şêxmeqsûd tê lidarxistin. Di komxebatê de, wê rewşa siyasî ya dawî li ser asta Sûriyê, dagirkeriya Tirk û binpêkirinên wê li Bakurê Sûriyê, sînevîzyonek der barê bûyerên di aloziya Sûriyê de rû dane û rola jinan di şoreşê werin nîqaşkirin.

Aliyên ku beşdarî komxebatê bûne ev in: Şêx û rûspiyên êlên Beno Şeban, El-Begara, Benî Zêd, Xeface, Benawî, Cêsat, qebîleya El-Teyî, Partiya Rêveberiya Gel, Partiya Pêşerojê ya Sûriyê, Hevbendiya Niştîmanî ya Demokratîk a Sûriyê, Partiya Sûriyê ya Neteweyî, Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurdî (Yekitî), Partiya Yekitiya Demokratîk, Partiya Sûriyê ya Neteweyî Civakî, nûnerên ji TEV-DEM’ê, Meclisa Jinên Sûriyê, saziyên sivîl, kesayetên ji olên cûda (êzidî, xiristiyan, misilman), Tîma Sûriyê ya Aştiyê, Kongreya Star, kesayetên rewşenbîr wekî bijîşk, wêjevan û mamoste.

Komxebatê bi axaftina endama MSD`ê Fatime El-Hisnîo dest pê kir. Fatime bixêrhatina beşdaran kir. Paşê nameya Hevserokatiya MSD’ê ji aliyê endama MSD`ê ya Helebê Rewşen Mihemed ve hate xwendin. Di nameyê de, komxebat hate pîrozkirin û hate gotin ku ew herêma ewle ya di bin rêveberiya Tirkiyê de qebûl nakin û herêmeke bi vî rengî tê wateya dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Piştre hevseroka MSD`yê yê buroya Heleb ê Mîrî El-Şiblî mijara yekemîn a komxebatê vekir û wiha got: "Şerê ku li Sûriyê de hatiye, hêzên modernîteya kapîtalîzmê armanc dike ku alozî kûrtir bike û piştgiriyê dide hêzên tarî li Sûriyê. Ji ber Sûriyê mûzayika  gelan e û bi dirêjahiya dîrokê bû cihê hevgirtina civakî, her wiha bû çavkaniya şaristaniyan û wê bi neteweya demokratîk civakeke polîtîk, exlaqî, demokratîk û ekolojîk were avakirin.”

El-Şiblî wiha pê de çû: “Di demekê de ku li Sûriyê hêzên navneteweyî û herêmî hewl didin tiştên ew dixwazin li gorî projeyên xwe ferz bikin, ne li gorî daxwazin gelan, Komxebata Danûstandinê ji aliyê Meclisa Sûriyê Demokratîk-Buroya Helebê ve tê organîzekirin. Ew aliyên derve li şûna gelan şekl û sîstema jiyanê û rêveberiyê datîne û sîstemên heyî li gorî berjwendiyên xwe yên siyasî û aborî dûrî rêgezên exlaq, dixebitin. Lîstikvanên sereke yên di aloziya Sûriyê de, hewl didin tecrûbeya demokratîk a civakî li Sûriyê û Rojhilata Navîn ku  bi rêya piradîgemeya çareseriya demokratîk ku MSD`ê pêşengiya wê dike û ji gelan re bûye cihê hêviyê ber bi pêşerojê ve, têk bibin.”

El-Şibilî da zanîn ku tecrubeya rêveberiyên xweser ku di aloziyê de hatin afirandin, yekemîn tecrube bû, ji ber tecrubeyeke rizgarkirinê bû û ewlehî, îstiqrar, xwendin û jiyana hevbeş li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anî û xeta sêyemîn hilbijart.

El-Şibilî di dawiya axaftina xwe de got bi avakirina MSD û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê armanc jê ew e ku aloziya Sûriyê were çareserkirin û îsbat kirin ku çareserî wê li ser erda Sûriyê pêk were.

Komxbeta bi nîqaşa li ser xala yekemîn didome.

(kc)

ANHA