Foza Yusif: Em ê bi yekitiya jinan komployê têk bibin

Endama Koordînasyona Kongreya Star Foza Yusif axivî û wiha got: “Em wek jin destê xwe bidin yek, nehêlin ku komplo bigihîje armanca xwe. Bi yekitiya jinan dê ev komplo têk here.”

Foza Yusif: Em ê bi yekitiya jinan komployê têk bibin
7 sibat, 2019   12:56

QAMIŞLO

Kongreya Star li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo şermezarkirina Komploya Navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mitîngan li dar dixe. Li ser asta herêma Cizîrê jî li bajarê Qamişlo li Stada Heysem Kuço mîtîng hate lidarxistin. Mitîng bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Piştî rêzgirtinê daxuyaniya Kongreya Star bi zimanên erebî û kurdî ji aliyê endama Koordînasyona Kongreya Star Daliya Henan ve hate xwendin.

Piştî ku daxuyanî hate xwendin, endama Koordînasyona Kongreya Star Foza Yusif axivî. Foza got hêzên komploger xwest bi girtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vîna gelan a ji bo azadiyê bişikînin û wiha got: “Ev 20 sal e ev gel li ser rêya rûmetê dimeşin. Jinên Kurd û jinên Mezopotamyayê li hemberî Komploya Navdewletî bi sekneke birûmet sekinîne. Îro hêzên komploger dixwazin bi êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê komployê nûjen bikin.”

Foza diyar kir ku hêzên komploger nikarin fikr û vîna Ocalan dîl bigirin û wiha axivî: “Me bi israr projeya neteweya demokratîk li ser axa xwe bi pêş xist û em ji bo azadiya xwe tê dikoşin. Em ê bi iradeyeke mezin û têkoşîna di hemû qadan de tolê ji komplogeran rakin. Bi çalakiya Leyla Guven ev tolhildan û berxwedan derket pêş.”

Foza destnîşan kir ku ew soz didin ku berxwedana wan bi israreke mezin bidome û gotinên xwe wiha bi dawî kirin: “Em wek jin destê xwe bidin yek, nehêlin ku komplo bigihîje armanca xwe. Bi yekitiya jinan dê ev komplo têk here. Komploger tu car nagihîjin armanca xwe. Em ê heya serkeftinê li ser rêya biratî û wekheviyê bimeşin.

(bm)

ANHA