Şêniyên Kobanê: Di bin sîwana Rêveberiya Xweser de ewlehî heye

Şêniyên Kobanê avakirina “herêma ewle” bi çavdêriya Tirkiyê li Bakurê Sûriyê red kir û destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser ewlehî û aştî li herêmê afirand.

Şêniyên Kobanê: Di bin sîwana Rêveberiya Xweser de ewlehî heye
Şêniyên Kobanê: Di bin sîwana Rêveberiya Xweser de ewlehî heye
Şêniyên Kobanê: Di bin sîwana Rêveberiya Xweser de ewlehî heye
7 sibat, 2019   07:42

KOBANÊ

Tirkiye hewl dide senaryoya Efrînê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dubare bike da ku kuştin, koçberkirin, asîmîlekirin û tunekirina çandên gelên din pêk bîne.

Tirkiye ji bo pêkanîna hewldanên xwe lez dike. Carekê avakirina herêmeke ewle bi çavdêriya wê bi hinceta bicihanîna ewlehiyê dixwaze, lê li aliyekî din jî li rêya pêkanîna Rêkeftina Edeneyê digere. Tirkiyê beriya 8 salan bi derbaskirina terorîstan ji bo Sûriyê, Rêkeftina Edeneyê binpê kiriye.

Şêniyên bajarê Kobanê helwestên xwe yên girêdayî hewldanên Tirkiyê ji ajansa me re gotin. Şêniyê bi navê Idrîs Hemê xwediyê dikanekê li navenda Kobanê ye û destnîşan kir ku şênî di dema niha de di nav ewlehiyê de ne, yên ku şêniyan aciz dike dewleta Tirk û komên terosît in. Idrîs Hemê wiha domand: "Em ê bi yekrêzî li dijî kesên ku dixwazin êrîşî me bikin, bisekinin. Xetereya tekane Tirkiye ye ku hewl dide herêmên dewletên din dagir bike."

Şêniyê bi navê Mehmûd Remo got derewa Tirkiyê ji hemûyan re diyar bû. Şêniyên herêmê wê nebin qurbana lîstoka Tirkiyê ya qirêjî. Mehmûd bi bîr xist ku Efrîn mînaka herî berbiçav a kiryarên dewleta Tirk e.

Ji aliyê xwe ve xwediyê dikanekê bi navê Şêrwan Mihemed destnîşan kir ku di bin sîwana Rêveberiya Xweser de şênî di nav ewlehî û aramiyê de ne û hewcedarî bi herêmeke ewle tune ye. Şêrwan Mihemed diyar kir ku ew dixwazin binpêkirinên Tirkiyê li ser sînorên herêmê bi dawî bibin û wiha gotinên xwe bi dawî kir: "Em ê li Efrîna rengîn bi ser bikevin û wê ewlehî vegere Efrînê.”

Xelîl Mihemed jî wiha got: "Tirkiye hewl dide herêmê asîmîle bike, ew li dijî ewlehiyê ye. Me tu guleyek ber bi Tirkiyê ve neavêtiye. Lê wê wisa kir û li Efrînê kiryarên ku di serdema nûjen de, ne çavan dîtine û ne jî guhan bihîstine, pêk tîne. Ew şerê mirovahî, dar û keviran dike û dixwaze herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xirab bike."

Şêniyê bi navê Mahir Mihemîd destnîşan kir ku dewleta Tirk li dijî jiyana hevpar e, qanûnên navdewletî li ser sînorê Sûriyê binpê dike û ewlehiyê îdia dike û her tim li ser civaka navdewletî derewan dike.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Meclisa Sûriya Demokratîk ku sîwana siyasî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, avakirina herêma ewle bi çavdêriya Tirkiyê red kir û bang kirin ku herêmeke ewle bi çavdêriya navdewletî ji hêla Koalîsyona Navdewletî yan jî Neteweyên Yekbûyî ve were avakirin.

(şx)

ANHA