Zirara mewsima par, îsal bandorê li cotkaran dike

Cotkarên navçeya Eyn Îsa ji ber deynên sala par ku di encamê de mewsima wan têk çû, îsal zehemtiyan dibînin. Lê aliyên peywendîdar jî soza çareserkirina vê pirsgirêkê didin.

Zirara mewsima par, îsal bandorê li cotkaran dike
Zirara mewsima par, îsal bandorê li cotkaran dike
Zirara mewsima par, îsal bandorê li cotkaran dike
Zirara mewsima par, îsal bandorê li cotkaran dike
6 sibat, 2019   10:10

EHMED KUMEYAN – MIHEMED EL-EHMED / GIRÊ SPÎ

Bêhtirî cotkarên navçeya Eyn Îsa û gundên wê çandiniya bejî dikin. Gelek cotkaran bîr di nava zeviyên xwe de kolandin, ji ber ku di baran kêm dibare û ev yek dibe sedema têkçûna mewsimê (berên çandiniyê). Heta niha, ruxset ji 85 bîrên bajarokê Ebo Xerzê yê navçeya Eyn Îsa re hatiye dayîn ku hejmara wan bi tevahî 157 e.

Genim û ceh îsal li bajarokê Ebo Xerzê yê navçeya Eyn Îsa û gundên wê derdora 45 hezar donim, di nav de 16 hezar donim yên avdanê û 29 hezar donim bejî ne, hatin çandin. Cotkarên zeviyên avdanê yên bajarok bi bîran zeviyên xwe av didin û nêzikbûna dema avdanê û buhabûna temenê wê li sûkan hişt ku şêniyên bajarok ji komîteyên taybet sotemeniyê bi buhayekî guncaw bixwazin. Ji ber ku li sûkê her bermîlek mazot bi 27 lîreyên Sûriyê tê firotin.

Der barê mijarê de cotkar Îsa El-Elî ji şêniyên gundê Kermazat ê girêdayî bajarokê Ebo Xerzê ji komîteyên taybet xwest bi buhayekî guncaw sotemeniyê ji wan re peyda bikin. El-Elî bang li komîteyên taybet ên çavdêriyê kir ku çavdêriya dermanên pêwîst ji bo tunekirina kurman û depoyên pêşwazîkirina mewsima wan amade bikin da ku mîna sala çûyî nebe, ji ber  ku kêmbûna navendan hişt ku dereng mewsima xwe wergirin û hişt temenê veguhestinê zêde bibe.

Der barê heman mijarê de cotkar Elî El-Ridînî jî destnîşan kir ku ji ber barîna barana îsal  zeviyên wan baş bûn, di demekê de ku komîteyên taybet sotemenî dereng da wan û nikaribûn ji sûkan bikirin.

Hevseroka Komîteya Aborî ya bajarokê Ebo Xerzê Senaa El-Elî teqez kir ku wan plana piştgiriya cotkaran amade kiriye, ew jî dê sotemeniyê bi 55 hezar lîreyan bidin, piştî ku tedbîrên pêwîst pêk anîn dê belavkirin li gorî cureya jeneratoran li ser 5 beşan pêk bê. Tê payîn ku di destpêka meha bê de li gorî sozên Komîteya Aborî ya kantona Girê Spî mazot bê belavkirin.

Di demsala havînê ya derbasbûyî de cotkaran gelek zerar dît. Ji ber nexweşî di nava zeviyên wan de belav bûn ku ji sedî 70 ji piraniya zeviyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kurmê ‘şewkiye’ li wan ket. Ji ber wê cotkaran gelek zerar dît û nikaribûn madeyên Komîteya Çandiniyê ji wan re pêşkêş dike (genim û semad) bikirin. Navendên çandiniyê her tonek genim bi 165 hezar lîreyên Sûriyê û her tonek semad bi 200 hezar lîreyên Sûriyê dide. Her wiha buhayaê her kîloyeke genim li sûkan bi 215 lîreyên Sûriyê ye û kîloya semadê bi 225 lîreyên Sûriyê ye.

Di vê çarçoveyê de cotkarê bi navê Îsa Elî ji Gerînendetiya Çandiniyê ya kantona Girê Spî xwest ku yan deynên wan daxin an jî ji wan nexwazin, ji bo ku cotkar ji madeyên ku ji wan re têne pêşkêşkirin mîna tov, semad û sotemeniyê sûdê wergirin. Ji ber ku di salên berê de gelek zerar dîtin û ji ber wê nikarin deynên xwe bidin.

Hevserokê Gerînendetîya Çandiniyê ya kantona Girê Spî Abdullah Xelîl got du sedemên ku cotkar nikarin deynên xwe bidin hene. Ya yekem; derfetên wan kêm in û zeviyên ku di demsala zivistanê de diçînin, zêde ne. Sedema duyemîn jî ditirsin ku heger deynên xwe nedin dê gerînendetî berhemên wan bi awayekî zêde nekire. Ji ber gerînendetî hemû berhemên çandiniyê bi buhayên baş ji cotkaran dikire da ku bazirgan bi wan nelîzin.

Tê zanîn ku Gerînendetiya Çandiniyê ya kantona Girê Spî sala derbasbûyî zeviyên mewsima zivistanê (genim) û ya havînê (pembo) bi buhayên baş ji cotkaran kirîn. Her kîloyek ji genim bi 175 lîreyên Sûriyê û her kîloyek ji pembo bi 290 lîreyan kirîn. Her wiha buhayê wan li gel bazirganan bi 130 lîreyên Sûriyê ye û ya pempo 255 lîre bû.

(jo-bx)

ANHA