Mijarên rojnameyên erebî yên îro

Rojnameyên erebî yên îro behsa mijarên wekî biryara vekişîna Amerîkayê ji Sûriyê, avakirina hikumeta Iraqê, Filistîn û Yemenê kir.

Mijarên rojnameyên erebî yên îro
6 sibat, 2019   09:20

NAVENDA NÛÇEYAN

El-Ereb: Votel hişyariya xetereya vekişandina ji Sûriyê da

Têkildarî mijara vekişandina Amerîkayê ji Sûriyê, rojnameya El-Ereb wiha got: “Generalekî payebilind ê Amerîkayê roja sêşemê ragihand ku rêxistina “Dewleta Îslamê” (DAIŞ) piştî vekişandina Amerîkayê ji Sûriyê wê her metirsiyê çêke. Rêxistina tundraw heta niha fermandar, şervan û qûtên xwe hene, dikare şer berdewam bike.”

Rojnameyê got daxuyaniyên serokê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê General Joseph Votel hişyareke nû der barê vekişandina Amerîkayê da ku serokê wê Trump biryara wê daye.

Votel di civîna Meclisa Nûneran (Şiyûx) de wiha got: “Divê em zexta xwe ya li ser toreyê berdewam bikin. Ger em zextê nekin ew dikare vegere. Erdê di destê DAIŞ`ê de ji kêmtirin 32 km2 ye. Hêzên ku DYA destekê dide wan, wê beriya vekişandina Amerîkayê ku wê bi rêyeke koordîne û plan pêk were, wê axê vegerîne.”

Votel ji Meclisa Nûneran re got beriya biryara Trump a vekişandina du hezar leşkerên Amerîkayê ji Sûriyê, şêwira wî nehatiye xwestin û vê yekê jî hişt ku wezîrê parastinê James Mathis îstîfa bike.”

Şerq El-Ewset: Kurdên Sûriyê tu rolên Tirkiyê li herêma ewle qebûl nakin

Rojnameya Şerq El-Ewset jî behsa mijara Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û wiha got: “Du rayedarên Kurd ragihand ku ew tu rolên Tirkiyê li herêma ewle li Bakurê Sûriyê qebûl nakin. Yek ji wan jî got aktîfkirina peymana Edeneyê di navbera Enqere û Şamê de tê wateya radestkirina Sûriyê ji Tirkiyê re.”

Rojnameyê bi berdewamî wiha got: “Serokê berê yê PYD`ê Salih Muslim got Kurdên Sûriyê tu rolên Tirkiyê qebûl nakin û wê wek dagirkerî dibînin û ew ê jî li dijî wan li ber xwe bidin. Her wiha yek ji rayedarên Meclisa Sûriyê Demokratîk Îlham Ehmed got wan ji rayedarên Amerîkayê re gotine ku fikra destwerdana Tirkiyê nayê qebûlkirin.”

Li gorî rojnameyê, di demekê de ku komîteya Amerîka û Tirkiyê li Washington herêma ewle ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya di navbera 28-32 km de û pêkanîna nexşerêya li Minbicê,  nîqaş dikirin, her du rayedar ji rojnameya Şerq El-Ewset re axivîn. Muslim di berdewamî wiha got: “Em tu hebûna Tirkiyê qebûl nakin, em herêmeke ewle bi sponseriya navneteweyî û çavdêrên navneteweyî yên li dijî destwerdana Tirkiyê dixwazin.”

Iraq

Rojnameya El-Heyat behsa mijara Iraqê kir û wiha nivîsand: “Du partiyên Kurd ên sereke duh li ser şeklê Hikumeta Herêma Kurdistanê li hev kir, lê dateyên wê nedan. Lê çavkaniyan teqez kir ku rapor di encama civîna her du aliyan de derketiye û li gorî wê projeya siyasî ya ku Partiya Demokratîk a Kurdistanê serkêşiya wê dike, bi pêş dikeve.”

Filistîn

Têkildarî rewşa Filistînê jî rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: "Dibe ku ne di hesabê rayedarên Filistînê de be, dorpêça li ser Xezayê ku ev deh sal e dewam dike, wê bigihîje Dufa El-Xerbiyê jî. Cezayên li dijî desthilatdariya tevgera Hemas li Xezayê, wê bigihîje desthilatdariya Fetih li Dufê jî.”

Yemen

Rojnameya Şerq El-Ewset jî behsa mijara Yemenê kir û wiha got: “Çavkaniyên Yemenê ragihand ku şandeya Hûsî di tora danûstandina duyemîn a guhartina dîlgirtan ku duh li paytexta Urdunê Ûmanê pêk hat, astengiyan çêdike.”

(kc)