Rêwîtiya xilasbûna ji dojehê; serpêhatiya koçbereke ji Babê

Malbata jina bi navê Fatima El-Şêx Salih ku di serpêhatiyeke dijwar a koçberiyê re derbas bûye, di rêwîtiya koçberiyê de wekî mertalên zindî hatin bikaranîn. Derfeta xwexelaskirina ji vê rewşê mîna xelaskirina ji dojehê bi nav kir.

Rêwîtiya xilasbûna ji dojehê; serpêhatiya koçbereke ji Babê
Rêwîtiya xilasbûna ji dojehê; serpêhatiya koçbereke ji Babê
Rêwîtiya xilasbûna ji dojehê; serpêhatiya koçbereke ji Babê
6 sibat, 2019   08:29

ŞERÎF EL-ABO / MINBIC

Jina bi navê Fatima El-Şêx Salih a 28 salî ji bajarokê Tadif ê başûrê bajarê Babê ye û dayika 3 keç û 2 kuran e.

Di dema dagirkirina çeteyên DAIŞ‘ê de li ser bajarokê Tadifê Fatima tevî hevjîn û zarokên xwe neçar man ku ji Tadifê derkeve û biçe bajarê Minbicê. Di wê demê de Minbic jî ji aliyê çeteyên DAIŞ‘ê ve hatibû dagirkirin, lewre rewşa bajarê Minbicê ji Tadifê ne dûr bû. Li aliyekî din jî herêm ji aliyê balafirên rejîma Sûriyê ve dihate bomberdûmankirin.

Di pêngava QSD û Meclisa Leşkerî ya Minbicê ya bi armanca rizgarkirina bajêr ji çeteyên DAIŞ‘ê de, çeteyên DAIŞ‘ê Fatima û endamên malbata wê girtin da ku wan wek mertalên zindî ji bo parastina xwe bi kar bînin.

Di şerên li her taxê de malbat li gel xwe dibirin. Herî dawî ew xistin odeyeke li taxa Serb ku zêdetirî 30 kes tê de hebûn. Çeteyên DAIŞ‘ê destûr nedida sivîlan ku birevin taxê ku şervanên QSD û Meclisa Leşkerî ya Minbicê rizgar kirine. Rexmî  dorpêçê jî çeteyan hema bêje rojane sivîl ser jê dikirin û diavêtin kolanan. Şervanên QSD û Meclisa Leşkerî ya Minbicê di rojên dawîn ên pêngavê de ji bo parastina sivîlan pêngav bi baldarî û hişyarî didomand, di encamê de gelek sivîl di nav de malbata Fatima ku çeteyan ew wek mertalên zindî bi kar dianîn, hatin rizgarkirin.

Hevserê Fatimê her tim bi rêya erebeya sêdolab ava vexwarinê ji devereke dûr peyda dikir. Di rojekê de hevserê Fatima û du kurên xwe dema ku ji avê dihatin ji aliyê çeteyan ve hatin gulebarankirin, ji ber wê erebeyan we qulipî. Piştî rizgarkirina bajêr ji çeteyên DAIŞ‘ê, malbatê aramî û ewlehî dît.

Fatima, ji bo debara malbata xwe pêk bîne û alîkariya hevserê xwe bike, xwe fêrî karê makîneya dirûtinê dike.

Fatima diyar kir ku karê wê têra malbatê nake, lê diyar dike ku rewşa wan ji ya xizmên wê yên li Babê ya dagirkirî baştir e. Fatima dibêje ku rewşa li Babê aloz e, av nagihîje malan, tişt biha ne û mazot li gel gelek kesan peyda nabe.

Fatima di dawiya axaftina xwe de hêvî kir ku bajarê Babê ji dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê were rizgarkirin û şênî li malên xwe vegerin.

ANHA