Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî tecrîdê mitîngan li dar dixin

Kongreya Star sibê li Qamişlo, Kobanê û Şehbayê bi dirşûmeya "Em ê tecrîdê rakin, faşîzmê hilweşînin û avakirina neteweya demokratîk mîsoger bikin" mitîngan li dar dixe.

Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî tecrîdê mitîngan li dar dixin
6 sibat, 2019   08:18

NAVENDA NÛÇEYAN

Kongreya Star li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca destekdayîna çalakiya hevseroka KCD`ê û parlementera HDP`ê ya Culemergê Leyla Guven û şermezarkirina komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku derbasî sala 21`an dibe, li Qamişlo, Kobanê û Şehbayê mitîngan li dar dixe.

Jin ji hemû bajar û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rêxistinên jinan dê tev li mitîngê bibin. Tê payîn ku mitîng saet di 13:00`an de dest pê bikin, her wiha dê daxuyaniyeke hevbeş were dayîn.

(bx)

ANHA