Zelal Ceger: Bi yekbûnê dê komployên li dijî gelê Kurd bên têkbirin

Hevseroka TEV-DEM`ê Zelal Ceger diyar kir ku bi gav û avabûna yekitiya gelê Kurd re plan û komployên dijminên gelê Kurd taybet li ser Rojavayê Kurdistanê dê werin têkbirin.

Zelal Ceger: Bi yekbûnê dê komployên li dijî gelê Kurd bên têkbirin
Zelal Ceger: Bi yekbûnê dê komployên li dijî gelê Kurd bên têkbirin
5 sibat, 2019   13:36

QAMIŞLO

Xebatên komîteya KNK-Rojava têkildarî yekitiya niştîmanî ya kurdî û pêşî girtina xetereyên ser Kurdan de serdana wan ji partiyan re berdewam dike.

Îro jî endamên komîteyê Ebdulkerîm Umer, Derya Remedan, Taz Paşa, Silêman Ilyas û Dilawer Zingî serdana navenda TEV-DEM`ê kirin. Komîteya ji aliyê hevserokên TEV-DEM`ê ve Zelal Ceger û Xerîb Hiso ve hatin pêşwazîkirin.

Civîn ji dezgehên ragihandinê re girtî pêk hat.

Piştî civînê, hevseroka TEV-DEM’ê Zelal Ceger ji ajansa me re nîqaşên ku di civînê de pêk hat, nirxandin. Zelal diyar kir ku wan piştgiriya banga KNK-Rojava kir û wiha got: “Banga KNK-Rojava tekildarî yekitiyê em di çarçoveya gaveke erênî de dinirxînin. Di encama nîqaşan de me piştgirî da komîteyê. Ev 7 sal e şoreşa Rojava neyekbûna gelê Kurd wek pirsgirêk derdikeve pêş. Ev neyekbûn di aliyên partiyên siyasî de derdikeve pêş. Civak piştgiriyê dide yekitiyê. Bi gav û avabûna yekitiyê re plan û komployên dijminên gelê Kurd taybet li ser Rojavayê Kurdistanê dê werin têkbirin. Îro beriya sibe pêwîstiya me bi yekitiyê heye. Însiyatîfa KNK`ê li Rojava heger bi pêş ket, dê bandorê li hemû parçeyên Kurdistanê jî bike. Di hemû amadekariyên KNK-Rojava de em ê cihê xwe bigirin û piştgiriya vê gava pîroz bikin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku bi însiyatîfa Desteya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya şaxê Rojava bi armanca avakirina yekitiya niştimanî ya kurdî ku rê li pêşiya xetereyên li ser Kurdan bigire komîteyek ji 6 kesan hate avakirin.

Komîteya KNK-Rojava ji endamê Meclisa Rûspiyên Dêrikê Şêx Sînan Ehmed, serokê Yekitiya nivîskarên Kurd li Sûriyê Dilawer Zingî, endamên Desteya Rêveber a kongreyê Ebdulkerîm Umer û Derya Remedan, Taz Paşa, mamosteyê Zanîngeha Rojava Silêman Îlyas pêk tê. Erka komîteyê ew e ku bi partiyên siyasî yên kurdî re bikeve nava têkiliyan.

(mk-br)

ANHA