Komîna Roj ji bo parastina çanda pêkhateyan dixebite

Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewl didin çanda xwe ji nifşekî veguhêzin nifşa din da ku nasnameya xwe biparêzin. Komîna Roj yek ji wan tîman e ku hewl didin çanda herêmê biparêzin.

Komîna Roj ji bo parastina çanda pêkhateyan dixebite
Komîna Roj ji bo parastina çanda pêkhateyan dixebite
5 sibat, 2019   08:44

 OLVA HEC MENSÛR / HESEKÊ

Bi armanca tunekirina desthilatdarî û parastina çandên gelan, Komîna Roj a girêdayî Navenda Çand û Hunerê ya navçeya Dirbesiyê hate vekirin û erka parastina çanda her pêkhateyekê ji pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê girt ser xwe.

Komîna Roj a govendê di 17`ê Mijdara 2018`an de li navçeya Dirbesiyê ya girêdayî kantona Hesekê hate avakirin.

Komîn ji 12 endaman ji her du zayendan bi temenên di navbera 18-25 saliyê de pêk tê. Erka mamosteyan perwerdekirina endamên komînê li ser çanda govendê û cureyên wê yên tevahiya pêkhateyan bi taybet Kurd û Ereb e.

Kesên ku dixwazin bibin endamên komînê, divê agahiyên wî/ê der barê govendê de hebe û cureyên wê jî bizanibe.

Her endamek komînê li govendên pêkhateya xwe digere da ku çanda govendê nas bike û xwe li ser perwerde bike. Tevî wê jî govendên pêkhateyên din jî nas dike. Li gorî berpirsên komînê armanc jê ew e ku her pêkhateyek li ser çanda xwe were perwerdekirin.

Çima navê ‘Roj’ li komînê hate kirin?

Di hevpeyvîneke de li gel ajansa me de, endama Rêveber a Komîna Roj Dîma Elî destnîşan kir ku wan navê komînê ji rojê girtiye. Ji ber ku roj rojane li ser tavhiya gelan hiltê û tîrêjên xwe digihîne tevahiya cîhanê.

Girêdayî plansaziya pêşerojê Dîma destnîşan kir ku ew hewl didin pirtûkekê girêdayî çanda govendê ya tevahiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û çar parçeyên Kurdistanê çêkin.

(şx)

ANHA