Jinên Hesekê piştgirî da çalakiya Leyla Guven

Jinên bajarê Hesekê piştgiriya xwe ji bo hevseroka KCD’ê Leyla Guven nîşan da û got ew ê çalakiyên xwe bidomînin heta ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe.

Jinên Hesekê piştgirî da çalakiya Leyla Guven
4 sibat, 2019   12:10

ŞEVÎN HESEN / HESEKÊ

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP`ê ya Culemêrgê Leyla Guven, ev 89 roj e ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye.  

Jinên Hesekê piştgirî da çalakiya Leyla Guven û bang li dewletên cîhanê kir ku daxwazên Leyla Guven û hevrêyên wê paşguh nekin û wiha got: “Daxwaza wê, ya tevahiya gelê Kurd e.”

Şêniya bi navê Leyla Boncax tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha got: "Em ê bi rêya çalakiyan dengê xwe bigihînin hemû cîhanê da ku tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin."

Leyla diyar kir ku ew piştgiriya berxwedana Leyla Guven dikin û bang li dewletên cîhanê kir ku daxwazên Leyla Guven pêk bînin.

Her wiha şêniya bi navê Xalîse Ehmed bêdengiya cîhanê li hember berxwedana Leyla Guven û hevrêyên wê şermezar kir û wiha axivî: “Rewşa çalakgerên greva birçîbûnê ber bi nebaşiyê ve diçe. Dewletên cîhanê li hember vê yekê bê deng in. Divê çavê xwe ji vê rewşê re vekin û tecrîda girankirî bê rakirin.”

Şêniya bi navê Şêrîn Hemê jî axivî û diyar kir ku ew wek jinên bajarê Hesekê gavekê paşde naavêjin û ew ê li ser şopa Leyla Guven bimeşin.

Şêrîn gotinên xwe wiha bi dawî kirin: “Em kesên xwedî îradeyeke bi hêz in û bi doza xwe  bawer in. Ji ber wê jî em gavekî paşde naavêjin.”

(jo/bm)

ANHA