Herêma Firatê dê Komploya 15`ê Sibatê bi çalakiyan şermezar bike

Rêxistinên jin û ciwanan li herêma Firatê amadekariyên çalakiyên şermezarkirina Komploya 15`ê Sibatê dikin.

Herêma Firatê dê Komploya 15`ê Sibatê bi çalakiyan şermezar bike
Herêma Firatê dê Komploya 15`ê Sibatê bi çalakiyan şermezar bike
4 sibat, 2019   11:53

TIRKÎ EL-KALIT / GIRÊ SPÎ

Bi boneya rasthatina 15`ê Sibatê roja Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, rêxistinên jin û ciwanan li herêma Firatê amadekariyên çalakiyên şermezarkirina komployê dikin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê li navçeya Eyn Îsa dê di vê derbarê de rêzeçalakiyan li dar bixe û heta roja 15`ê Sibatê dewam bike. Li 3 bajarokên navçeya Eyn Îsa roja 9`ê Sibatê dê semîner bêne lidarxistin û sînevîzyonên der barê komplo û berxwedana Ocalan de bêne pêşandan.

Li barê Kobanê jî dê jinên ciwan roja 5`ê Sibatê civînekê li dar bixe û roja 10`ê Sibatê jî dê ji bajarê Kobanê heta Girê Spî meşek bê lidarxistin.

Hevserokê komîteya amadekar Elî El-Elî da zanîn ku dê ciwan pêşengiya van çalakiyan bikin, her wiha diyar kir ku ciwan hêza çalak a civakê ne û bingehê berxwedana li dijî dagirker û faşîstan in.

Li bajarê Kobanê dê rojên 11 û 12`ê Sibatê rêzesemîner bêne lidarxistin, her wiha dê Kongreya Star bi boneya 15`ê Sibatê, roja 7`ê Sibatê bi beşdariya bi hezaran jinan mîtingekê li dar bixe û daxuyaniyekê bide. Di heman mijarê de jî dê Meclisa Malbatên Şehîdan li Kobanê roja 14`ê Sibatê daxuyaniyekê bide.

Roja 15`ê Sibatê jî dê li bajarê Kobanê xwepêşandaneke girseyî bê lidarxistin.

Li bajarê Girê Spî dê Kongreya Star û Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê rêzeçalakiyan li dar bixe.

(k)

ANHA