Girê Spî sibê pêşwaziya xwepêşandeke girseyî dike

Cîgirê Serokatiya Meclisa Kantona Girê Spî Sebrî Mistefa bang li welatiyên herêma Feratê kir ku bi girseyî tev li xwepêşandana sibê ya li dijî tecrîdê bibin.

Girê Spî sibê pêşwaziya xwepêşandeke girseyî dike
4 sibat, 2019   12:16

MIHEMED EL-EHMED / GIRÊ SPÎ

Bi hezaran welatiyên Bakurê Sûriyê dê sibê berê xwe bidin bajarê Girê Spî û beşdarî xwepêşandana girseyî ya  li dijî tecrîdê bibin.

Xwepêşandana ku tê payîn welatiyên herêmên Firat, Reqa û Tebqayê jî tev lê bibin, ji bo piştgiriya çalakvanên greva birçîbûnê û rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin.

Cîgirê Serokatiya Meclisa Kantona Girê Spî Sebrî Mistefa diyar kir ku armanca wan ji vê xwepêşandanê ew e ku piştgiriya çalakvanên greva birçîbûnê bikin û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bikin û doza azadiya Ocalan bikin.

Mistefa wiha dewam kir: “Sibe em ê piştgiriya xwe ji bo çalakvanên grevê nîşan bidin. Em ê ji civaka navdewletî bixwazin ku piştgiriya çalakvanên di girtîgehên Tirkiyê de bikin. Civaka navdewletî heta niha li hember kiryarên Tirkiyê bê deng e, em bêdengiya wan jî şermezar dikin.”

Sebrî Mistefa bang li hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku bi girseyî tev li xwepêşandanê bibin û helwesta xwe li hember siyasetên li dijî gelên herêmê nîşan bidin.”

(k)

ANHA