Rojeva rojnameyên Erebî

Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeyeke komên ku Efrîn dagirkirine kir. Li Stenbolê jî bi hezaran ji bo piştgiriya berxwedanê daketin qadan.

Rojeva rojnameyên Erebî
4 sibat, 2019   11:26

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro der barê rewşa li bakurê Sûriyê, şandeya ji dagirkerên Efrînê ku ji aliyê Barzanî ve hatine pêşwazîkirin, vegera Sûriyê ji bo Yekitiya Ereban, rewşa li Sûdan û Tirkiyê û mijarên din de nivîsîn.

El-Heyat: Gengeşiyên der barê rêvebirina “herêma ewle” de

Di mijara Sûriyê de rojnameya El-Heyat behsa rewşa li bakurê Sûriyê û şandeya çeteyên Tirkiyê ku ji aliyê Barzanî ve hatiye pêşwazîkirin kir û wiha nivîsî: “Di demekê de ku liv û tevger û danûstandinên berfireh der barê mijara herêma ewle ya li rojhilatê Firatê çêdibin, beriya civîna Astanayê bi 10 rojan, Tirkiyê tekez kir ku ew ê komîteya makazagonê di nava çend rojan de ava bike.

Desteya diyalogê ya opozîsyona Sûriyê jî diyar kir ku şandeya desteyê bi Mesûd Barzanî û endamên parlemanê re civiyaye û mijara rêvebirina herêmên rojhilatê Firatê nirxandine.

Der barê mijara ku Pêşmergeyên Roj û hêzên girêdayî serokê şepêla Elxed a Sûriyê Ehmed Elcera herêma ewle ya ku Tirkiye dixwaze ava bike, bi rê ve bibin, hevserokatiya Meclisa Sûriya Demokratîk diyar kir ku ew tu hêzên din napejirînin û da zanîn ku hêzên wan têra parastina herêmê dikin û wiha got: “Pêdiviya me bi kesî tune ye ku herêmên me biparêze.”

El-Ereb: Ji bo vegera nava Yekitiya Ereban Sûriye li benda civîna Tûnisê ye

Dîsa der barê Sûriyê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: “Mijara vegera Sûriyê ji bo Yekitiya Ereban yek ji mijarên serdana qralê Ûrdinê Ebdela bîn Hisên ya Tirkiyê û Tûnisê bû.

Qralê Ûrdinê Ebdela Elsanî çû Tirkiyê û Tûnisê ku diyar e dê ji lûtkeya Tûnisê ji bo vegera Sûriyê nava Yekitiya Ereban biryara dawîn bide.

Şerq El-Ewset: Hevdîtin li Brukselê ji bo lihevhatina bi Sûriyê re

Di heman mijarê de rojnameya Şerq El-Ewset wiha got: “Îro dê li Brukselê civîna wezîran a dewletên erebî û Ewropayê pêk were, dê mijara sereke jî lihevhatina dewletên erebî bi Sûriyê re be.

Tê payîn ku lûtkeya Erebî- Ewropayê ku li paytexta Misrê bê lidarxistin, mijara “tevlêbûna bimerc” bê erêkirin, her wiha mijara beşdariya dewletên Ewropayê di avakirina Sûriyê de û piştgiriya şandeyê navdewletî bo Sûriyê Geir Pedersen.”

El-Ereb: El-Beşîr li şûna reformên siyasî sozên aboriyê belav dike

Di mijara Sûdanê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsand:  “Serokê Sûdanê Umer El-Beşîr roja yekşemê di çarçoveya gera xwe ya şeşemîn de soza pêşxistina herêmên gundewar da û bawerî da ku dê aloziya li welêt bi dawî bibe, piştî ku rojên dawiyê asta xwepêşandanan kêm bû.”

Rojnameyê wiha dewam kir: “Di axaftinên xwe de El-Beşîr soza sererastkirina rewşa aborî û civakî da, lê behsa berdana desthilatdariyê yan jî reformên siyasî nekir. El-Beşîr her wiha hêzên ku piştgiriya xwepêşandanan dikir, wek hêzên komploger û sîxur bi nav kirin, her wiha got guhertin dê bi rêya hilbijartinan çêbe.”

El-Heyat: Îsraîl li ser sînorên Xezayê dîwarekî nû ava dike

Di mijara Filistînê de rojnaeya El-Hayat ev tişt gotin: “Îsraîl duh ragihand ku xebatên ji bo parastina sînorên xwe ketiye pêvajoyeke nû û dest bi avakirina dîwarekî mezin li ser sînorên Xezayê dike. Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu beriya civîna hikûmetê ya heftane ji rojnamevnan re got “Di dawiya hefteya bê de em ê dîwarekê li seranserî sînorên bi Xezayê re ava bikin”. Netanyahu da zanîn ku tê payîn dîwar bi qasî 6 metreyan ji erdê bilind be û wiha got: “Em ê nehêlin terorîst ji Xezayê derbasî herêmên me bibin.” Netanyahu tu berfirehiyên din eşkere nekirin, lê wezîreta parastinê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku xebatên avakirina dîwar dê roja pêncşemê dest pê bikin.”

El-Şerq El-Ewset: Theresa May bi dema derketina ji YE`ê ve girêdayî ye

Di mijara Brîtanyayê de rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsî: “Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May duh dîsa diyar kir ku ew dê `Brexitê’ di dema hatiya diyarkirin de, anku di 29`ê sdarê de pêk bîne, tevî ku ewropayî naxwazin careke din di mijarê de diyalogê çêkin.”

Rojnameyê wiha dewam kir: “Li gorî gotareke ku duh di rojnameya Sunday Telegraph de hatiye weşandin,  Theresa May gotiye ew ê mijara Brexîtê di 29`êadara 2019`an de pêk bîne. May mijara pêşniyara deregxistinê ne pejirand û da zanîn ku dema ew vegere Brûkselê dij “ji bo Brîtaniyaya mezin Êrlandaya bakur şer bike û ewê bi ramanên nû û guherînên nû ji bo pêkanîna Birexte`ê çareyekê bibîne”.

El-Şerq El-Ewse: civîna belavkirina hêzan li Hudeyda

Di mijara Yemenê de El-Şerq El-Ewset nivîsî “serokê komîteya jinûve belavkirina hêzan, generalê Holandî Patrick Komart duh civîneke komîteyê lidar xist, di civînê de nûnerên hikûmetê û yên Hûsiyan beşdar bûn. Civîna ku di keştieke navdewletî ya li ser derya sor hate lidarxistin ji aliyê gelek derdoran ve weke civîna `ser av` hate binav kirin û gotin ku civîn ji hêla şêwe û naverokê ve “ser av” bû. Ji ber ku Hûsiya qebûl nedikirn li herêmên di bin desthilatdariya hikûmetê de beşdarî civînê bibin. Berdevkê Neteweyên Yekbûyî bi daxuyniyekê got “ Alî dê der barê pêkanîna lihevhatina jinûve belavkirina hêzan û alîkariyên mirovî de gotûbêj bikin, li gorî lihevhatina civîna Stokholm`ê”.

El-Hayat: Bi hezaran kesan li Stenbolê pişgiriya berxwedanê kir

Rojnameya El-Hayat der barê xwepêşandanên li Tirkiyê de wıha nivîsî: “Lı bajarê Istenbûlê roja şemiyê bi hezaran kesan li ser banga Paratiya Gelan a Demokratîk tevlî xwepêşananê piştgiriya çalakvanên gireva birçîbûnê a li dijî rewşa girtina lîderê partiya karkerên Kurdistan Abdulah Ocalan bûn. Ajansa France Presse diyar kir ku xwepêşandêr li meydana Bakirkoy e a bajarê Istenbolê di nava tedbîrên ewlekariyê de civiyan. Yek ji çalakvanên Partiya Gelan a Demokratîk Fatih Olaş got “em bi hevalên xwe yên berxwedêt serbilind in, ew ne bi tenê ne`. eger pêşwîst bike emê ji bo vê dozê canê xwe bidin û ji tiştekî natirsin”.

El-Ereb: Trump; em ê ji bo çavdêriya Îranê li Iraqê bimînin

Di mijara Iraqê de rojnameya El-Ereb ji nivîsî: “Serokê Amerîkayê Donald Trump nameyên bi fikar ji Îranê re şandin, wê got ku ewê ji bo ku Waşington karibe Îranê têxe bin çavan dê baregeheke xwe ya leşkerî li Iraqê bihêle. Trump di hevdîtineke tevizyonê de got “yek ji sedemên mayina hêzên di Iraqê de ewe ku em dixwazin bi awayekî ji awayan Îranê têxin bin çavdêriyê, ji ber ku Îran pirgirêkek e, ez dixwazim karibin Îranê têxim bin çavdêriyê”.