‘Dengê jinan dengê rastiyê ye’

Endama rêveber a Rêveberiya Jinan a Reqayê Zelîxa Ebdî di civîna îro ya li gel jinên Reqayê de destnîşan kir ku dengê jinan dengê rastiyê ye û divê ew têkoşîna jinan li dijî desthilatdaran bilind bikin.

‘Dengê jinan dengê rastiyê ye’
3 sibat, 2019   14:10

REQA

Îro bi dehan jinên taxa El-Nehda û endamên Meclisa Taxa El-Rimêla ya Reqayê li hola civînan di Meclisa Taxa El-Nehda de kom bûn da ku geşedanên dawîn ên li herêmê şîrove bikin.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê endama rêveber a Rêveberiya Jinan a Reqayê Zelîxa Ebdî li ser geşedanên dawîn ku herêm tê re derbas dibe, axivî û li ser rola jinên Ereb li herêmê wiha got: "Divê dengê jinan li dijî terora ku dixwaze projeya demokratîk têk bibe bilind bibe, bi taybet dewleta Tirk ku armanc dike bi rêya gefên xwe destkeftiyên gelê Sûriyê têk bibe."

Zelîxa destnîşan kir ku herêma ewle ya bi parastina Tirkiyê, ew qebûl nakin û dê pêk neyê û wiha domand: "Tirkiye îdia dike ku ew ê herêmeke ewle ava bike, em destwerdanên ji derve li ser herêmên me qebûl nakin, baweriya me bi danûstanên Sûrî-Sûrî tê, Sûriyê ya gelê Sûriyê ye."

Zelîxa di berdewama axaftina xwe de wiha got: "Tirkiyê 400 salan li herêmê serwerî kir û rûxand û kes ji şerê dewleta Osmaniyan rizgar nebû. Bi çi mafî îdia dike ku ew ê aştî û ewlehiyê çêke.”

Dengê Jinan dengê rastiyê ye

Zelîxa her wiha wiha domand: "Dengê jinan dengê rastiyê ye, dengê aktîf li hember dijmin e, bi berxwedan û îradeyê em digihîjin serkeftinê, mînaka wê Leyla Guven e, wê tenê ji bo rakirina tecrîda giran li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, tevî ku ji zindana faşîstan derket, lê hîna greva xwe dewam dike heta ku daxwazên wê pêk werin. Niha em li ser rêya wê dimeşin û divê em têkoşîna xwe bilind bikin."

Her wiha endama Meclisa Jinên Sûriyê Sûad El-Kurdî axivî û wiha got: "Em wek jin divê em hişyar bin û ji bo avakirina civakeke demokratîk û exlaqî bixebitin û xwe bi rêxistin bikin."

Sûad wiha domand: "Divê jinên Reqayê roleke mezin di hemû aliyan de bilîzin, bi taybet di aliyê siyasî û leşkerî de, di vê merheleya ku em tê re derbas dibin ji komployên derve û dewletên herêmî."

Civîn bi nîqaşên beşdaran bi dawî bû.

(jo)

ANHA