Li seranserî Ewrupayê piştgiriya berxwedana grevên birçîbûnê

Ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven û çalakgerên grevên birçîbûnê, li gelek welat û bajarên Ewrupayê meş û çalakî hatin lidarxistin.

Li seranserî Ewrupayê piştgiriya berxwedana grevên birçîbûnê
3 sibat, 2019   10:08

NAVENDA NÛÇEYAN

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li Girtîgeha Amedê Tîpa E dihat girtin, ji bo rakirina tecrîda ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji beriya 88 rojan dest bi greva birçîbûnê kir. Piştî çalakiya Leyla Guven, li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê ciwanê bi navê Nasir Yagiz ji beriya 75 rojan şopa Leyla Guven şopand û dest bi greva birçîbûnê kir. Girtiyên siyasî yên di girtîgehên Tirkiyê de banga xwe bi ya Leyla Guven û Yagiz re kirin yek û ji beriya 49 rojan dest bi greva birçîbûnê kirin. Li pey wan 14 çalakgerên li Strasburgê ji beriya 48 rojan dest bi grevê kirin.

Çalakiyên piştgiriyê li tevahî Kurdistan û Cîhanê belav bûn. Di vê hefteyê de li gelek bajar û dewletên Ewrupayê meş û çalakiyên cur bi cur hatin lidarxisti. Di çalakiyan de tecrîdkirina Ocalan hate şermezarkirin û bang li Yekîtiya Ewropa û civaka navneteweyî hate kirin ku ji bo rakirina tecrîdê bikevin nava hewldanan.

Bajarên ku çalaki lê hatine destpêkirin ev in;

Stockholm

Bi vê armancê li paytexta Swêd Stockholmê xwepêşandanek hate lidarxistin. Çalakî li medayan Sergels Torgê pêk hat û wêneyên Leyla Guven, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK, KCK, PYD, YPG/YPJ'ê hatin hildan. Ji bo rakirina tecrîdê dirûşm hatin qîrîn.

Nûnerê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) li Swêdê li qada çalakiyê axivî û bang li Swêdê û welatên Yekîtiya Ewropayê kir ku ji bo rakirina tecrîdê bikevin nava hewldanan.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, rewşa tenduristiyê ya çalakgeran li asta krîtîk e û bang li Kurdistaniyan û dostên wan kir ku hîn bi baldarî û berpirsyarî tevbigerin.

Orebro

Li bajarê Swêd Orebro, kurdistaniyên li navenda bajêr li hev civiyan, wêneyên Leyla Guven û çalakgerên din ên greva birçîbûnê hildan û li ser tecrîdê û grevên birçîbûnê agahî dan raya giştî.

Çalakgeran diyar kirin, heta ku tecrîd bê rakirin wê çalakiyên xwe yên piştevaniya bi berxwedêrên greva birçîbûnê re bidomînin.

Ûppsala

Li bajarê Ûppsala yê Swêdê, li meydana Stoartorgetê xwepêşandanek hate lidarxistin û Serokê Koma Partiya Çep a Şaredariya Ûppsalayê Tobîas Smedberg li qada çalakiyê axivî. Smedberg diyar kir ku ew xwedî li daxwaza Leyla Guven û çalakgerên grev birçîbûnê derdikevin û got, "Daxwaza Leyla Guven daxwaza me ye."

Ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û bidawîbûna tecrîdkirina Ocalan bang li Konseya Ewropayê kir ku bikeve nava liv û tevgerê.

FalûN

Li bajarê Falûn ê Swêdê jî li navenda bajarê Falûnê yê li herêma Dalarnayê, bi heman armancê çalakiyek hate lidarxistin.

Şefîk Agir bi navê NCDK'ê axivî û bi bîr xist, rewşa tenduristiyê ya Leyla Guven û Yuksel Koç krîtîk e û bang li Kurdistaniyan kir ku heta bidawîbûna tecrîdê dakevin meydanan.

Her wiha diyar kir, hikumeta Swêdê û Yekîtiya Ewropa bi bêdengiya xwe ya li pêşberî tecrîdê bûne hevparê sûcê dewleta Tirk û bang li raya giştî ya navneteweyî hate kir ku zextê li hikumetên xwe bikin.

Çalakiyên ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin, dewam dikin.

Li bajarê Munchen ê Elmanyayê, Komuna Jinê ya Sara li navenda bajêr çalakiyek xeleka ji mirovan organîze kir. Di çalakiyê de berxwedêrên greva birçîbûnê hatin silavkirin û ahte gotin, heta daxwazên çalakgeran bi cih werin anîn wê çalakiyên xwe bidomînin.

Koln

Li bajarê Koln ê Elmanyayê, bi pêşengiya jinên ciwan Kurdistaniyan tevî dostên xwe meş û mîtîngek li dar xistin.Girseya gel piştî meşê xwe gihand ber mizgefta navendî ya DÎTÎP'ê û rewşeke aloz ji bo demeke kin rû da. Piştre mîtîng hate lidarxistin û çalakî bi dawî bû.

Dortmûnd

Li bajarê Dortmûndê yê Elmanyayê jî jin daketin qadan. Kurdistaniyên ji Dûîsbûrg û Essenê tevlî çalakiyê bûn, berxwedêrên greva birçîbûnê silav kirin.Di çalakiyê de bang li CPT û Neteweyên Yekbûyî hate kirin ku erka xwe rabin.

Freîbûrg

Li bajarê Freîbûrgê yê Elmanyayê, greva birçîbûnê ya li Dergaha Elewiyan a Freîbûrgê greva birçîbûnê ya 3 rojan, di roja duyemîn de bi beşdariya çalakgerên nû dewam kir.Komek ji jinan a ji Meclîsa Jinê ya Nûda ya Freîbûrgê serdana çalakgeran kir.Meşa dirêj a li Belçîkayê du roj li pey xwe hiştMeşa dirêj a ji bo piştgiriya ji berxwedêrên greva birçîbûnê li bajarê Anvers ê Belçîkayê dest pê kir, du roj li pey xwe hişt.

Belçîka

Meşa dirêj a Kurdistaniyên li Belçîkayê ku wê 3 rojan dewam bike, roja duyemîn jî li pey xwe hişt. Meşvan wê îro danê êvarê bigihêjin paytexta Belçîka Brukselê û piştre mîtîngekê li dar bixin.Gelê Belçîkayê piştgiriyê dide çalakvanan. Meş dewam dike.

Ishøj

Li bajarê Ishøjê yê Danîmarkayê, civîneke gel li ser tecrîdê hate lidarxistin. Siyasetmedar Hatîp Dîcle tevlî civînê bû.Dîcle diyar kir, şaredariyên hatine desteserkirina di hilbijartinê de divê teqez bên wergirtin û got, "Her rabin roja duyemîn qeyûm tayîn bikin jî divê em bi ser bikevin û îradeya gelê xwe nîşan bidin."Dîcle bal kişand ser berxwedanên greva birçîbûnê û got, rewşa tenduristiyê ya Leyla Guven û çalakgerên din krîtîk e.

Graz

Li bajarê Graz ê Awûstûryayê, Kurdistanî bi pêşengiya Komîsyona Jinê ya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) li ber HBF'ê li hev civiyan û ji bo balê bikişînin ser tecrîdkirina Ocalan û grevên birçîbûnê mîtîngek li dar xistin.Di mîtîngê de posterên Ocalan, Guven, dowîzên li ser grevên birçîbûnê hatin hildan û belavok hatin belavkirin.

(bm(