Jinên Şêxmeqsûdê: Em şopdarên berxwedana Leylayê ne 

Jinên taxa Şêxmeqsûd a Helebê teqez kir ku ew şopdarên berxwedana Leyla Guven in û diyar kir ku çalakgerên greva birçîbûnê di nav bêdengiya navdewletî û cîhanî de bi mirinê re rû bi rû mane.

Jinên Şêxmeqsûdê: Em şopdarên berxwedana Leylayê ne 
3 sibat, 2019   09:42

HENAN MIHEMED / HELEB

Leyla Guven bi armanca şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 8`ê Mijdarê ve di girtîgehên Tirkiyê de dest bi greva birçîbûnê kir. Dozgeriya Bilind a Nehemîn a dewleta Tirk Leyla Guven serbest berda.

Leyla Guven çalakiya xwe piştî ji girtîgehê derket jî berdewam dike û rewşa wê ya tenduristî ne baş e.

Jinên taxa Şêxmeqsûd teqez kir ku çalakgerên greva birçîbûnê di nav bêdengiya navdewletî û cîhanê de bi mirinê re rû bi rû mane.

Perîşan Reşîd ji taxa Şêxmeqsûd e û destnîşan kir ku Leyla Guven ruxmî ku serbest hatiye berdan, lê dîsa jî çalakiya xwe didomîne. Perîşan bi lêv kir ku ew wek jinên taxê dê berxwedana Leyla Guven berdewam bikin û dê desteka daxwazên wê bikin heya rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Jina ciwan a bi navê Lava Mihemed bang li tevahiya jinan kir ku piştgiriya çalakiya Leyla Guven bikin heya rizgarkirina Ocalan û girtiyên din ên di girtîgehên Tirkiyê de.

Lava Mihemed bi bîr xist ku rewşa Leyla Guven û hevalên wê di nav bêdengiya navdewletî paşde çûye.

Berxwedana Leyla Guven sembolek ji sembolên têkoşînê ye

Jina bi navê Fatme Hesen jî destnîşan kir ku Leyla Guven bi vîna jinên azad tê koşiya û teslîmkariya planên Tirkiyê red kir.

Fatme Hesen wiha domand: "Leyla Guven mohra xwe li dilê hemûyan da. Wek jinên taxa Şêxmeqsûd em piştgiriya berxwedana Leyla Guven dikin. Berxwedana Leylayê di girtîgehên Tirkiyê de bû sembolek ji sembolên têkoşîna jinên azad."

(şx)

ANHA