Bi hezaran şêniyên Minbicê piştgirî dane meclisa leşkerî û QSD

Bi hezaran şêniyên bajar û gundewarên Minbicê bi meşekê piştgirî dan Meclisa Leşkerî ya Minbicê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk.

Bi hezaran şêniyên Minbicê piştgirî dane meclisa leşkerî û QSD
Bi hezaran şêniyên Minbicê piştgirî dane meclisa leşkerî û QSD
Bi hezaran şêniyên Minbicê piştgirî dane meclisa leşkerî û QSD
Bi hezaran şêniyên Minbicê piştgirî dane meclisa leşkerî û QSD
Bi hezaran şêniyên Minbicê piştgirî dane meclisa leşkerî û QSD
31 ÇILE, 2019   16:34

MINBIC

Bi dirûşmeya "Şêniyên bajarê Minbicê di meclisa xwe ya leşkerî û Hêzên Sûriyeya Demokratîk de baweriyê dibînin" bi hezaran şêniyên bajarê Minbicê bi hemû beşên xwe meşeke li dar xistin.

Meş ji çerxerêya Şemsa ya rojhilatê bajêr ber bi dibistana Xesaniyê ve destpê kir.

Di meşê de alên Meclisa Leşkerî ya Minbicê hatin hildan, her wiha dirûşmeyên silavkirina hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û QSD‘ê dihatin avêtin.

Meş li ber dibistana Xesaniyê rawestiya. Li vir Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a bajarê Minbic û gundewarên wê Nûra Hamid axivî û got"Sekna me ya li vir skna serbilindahî ye piştgiriya Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk e. Bi saya wan em di nava aramî û ewlehiyê de ne."

Berdevkê Fermî yê Meclisa Leşkerî ya Minbicê şervan Derwîş jî axivî û ev tişt anî ziman "Em dikarin bêjin ku mizgîniya tinekirina çeteyên DAIŞ‘ê li erdîngariya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nêzîk bûye. Em li ser soza xwe ne ya ku me bi gelê xwe û şehîdan re dane, xwîna şehîdên me li erdê vala neçe."

Şervan Derwîş her wiha got "Bi keda şehîdan serkeftin pêk hatin. Em hêz û morale xwe ji gelê xwe digirin ku li pişta me ne. "

Her wiha endama Meclisa Jin Sewsen Muslim jî axivî û têkoşîna şervanên jin li dijî çeteyên DAIŞ‘ê anî ziman û anî ziman, jinên şervan bi tîpên zêrînê berxwedanên efsenewî nîşan dan.

Ji rêveberên Meclisa Ciwanên Minbic û gudewarên wê Eqîl Cûma serkeftinên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û QSD‘ê li gundewarên Dêrazorê û herêmên ditîr silav kir.

Di dawiya meşê de Meclisa Malbatên Şehîdan û Komîteya Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê tabloyên bi nivîsên "Şêniyên Minbicê di Meclisa Leşkerî û Hêzên Sûriyeya Demokratîk de baweriyê xwe dibînin" pêşkêşî Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê kirin.

ANHA