Li Xezayê kesek mir û 18 jî birîndar bûn

Welatiyekî Filistinê ku di çalalakiya Meşa Mezin a Vegerê de ya îna derbasbûyî birîndar bibû îro jiyana xwe ji dest da. Her wiha di meşa deryayî ya îro li bereva deryaya Beyt Lahiya ya rojhilatê Xezayê 18 kes birîndar bûn.

Li Xezayê kesek mir û 18 jî birîndar bûn
29 ÇILE, 2019   19:02

XEZA

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê di daxuyaniyekê de diyar kir welatiyê Filistînê yê bi navê Semîr Xazî El-Nebahîn (47) ku di çalakiya roja înê de bi giranî birîndar bibû îro jiyana xwe ji dest da.

Wezaretê her wiha diyar kir ku 18 Filistînî di encama mudaxelaya artêşa Îsraîlê ji meşa deryayî ya bi navê "Em berdewamkirina dorpêça deryayî qebûl nakin" de ku her roja duşemê tê lidarxistin birîndar bûn.

Çavkaniyekî Filistînê diyar kir ku leşkerên Îsraîlê li nêzî Wargeha leşkerî ya Zîkîm ya Hêzên Îsraîlê  bombeyên gazê yê jehêr û gule avêtin bi sedan çalakgerên meşa dereyayî.

Ji 30’yê Adarê ve her roja Înê li sînorê Xezayê çalakî tê kirin û zêdetirî 300 kes ji aliyê leşkerên Îsraîlê ve hatine kuştin û zêdetirî 20 hezar kes jî birîndar bûne.

ANHA