ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-01-2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-01-2019
29 ÇILE, 2019   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku bi armanca rizgarkirina Hecînê, ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Greva birçîbûnê ya bi dirûşmeya "Biratiya gelan dê planên faşîzma Tirkiyê hilweşîne" ku ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê bi armanca destekdayîna Leyla Guven û 230 girtiyên di girtîgehên dewleta Tirk a dagirker de  hatiye destpêkirin du roja sêyemîn berdewam e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên bajarê Hesekê cenazeyê 4 şehîdên QSD‘ê li goristana Şehîd Dijwar vedişêrin, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêx û rûspiyên bajarê Reqayê daxuyaniyên Erdogan ên girêdayî avakirina herêma bi ewle şermezar kirin û got "Em li hemberî gefên Tirkiyê û hêzên dagirker bibin mertal û hêza xwe ya parastinê xurt bikin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Berxwedana gelê Efrînê ya 58 rojên destpêkê ya li hemberî êrîşên hovane ya dagirkiriya Tirkiyê û çeteyên girêdayî wê deng veda. Li Efrînê hemû beşên civakê zarok, ciwan, jin û zilam û kesên bi temen tev li berxwedanê. Her şêniyek li gorî hêz û derfetan xwe berxwedanî meşand. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê Qedrî Mistefa piştî ku mala wê talan û wêran kirin, lêdan û êşkenec kirin. Qedrî Misetfa bû şahidê kuştina sivîlan ji hêla çeteyan ve. Piştî belvabûna nûçeya kuştina wî, keça wî ya tekane berê xwe dide Efrînê lê heya niha ew venegeriye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên gundên li ser sînorê di navbera Tirbespiyê û Bakurê Kurdistanê de got, bi dawbûna gef û êrîşên Tirkiyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê re dê Sûriyê bi aram bibe û destnîşan kirin ku armanca Tirkiyê herêmê ji niştecihên wê yên resen vala bikin, ji ber vê yekê êrîşî gundên wan dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Cemal Şêx Baqî diyar kir ku Rûsya bi rêya rêkeftina Adanayê peyamekê dide Erdogan, navarokê wê ew e ku Tirkiyê nikare daxwazên li Sûriyê pêk bîne û rê nade Tirkiyê ku herêma ewle li ser sînor ava bike. Cemal Şêx Baqî teqez kir ku tu isbata hebûna xeteriyekê li ser ewlehiya Tirkiyê tune ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎLA

- Kamîran Berwarî anî ziman ku divê helwesta Başûrê Kurdistan ne bi mirovatî, demokrasî û rastî be û got: “Sivîlên herêmê tawanbar dikin. Lê gel bi xwe fermî û bi vîna xwe ev xwepêşandan lidarxistin. Xwepêşandanan encamên zulma dagirkeriya Tirkiyê ya 29 slaan e.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Bi pêşengtiya Kongreya Star û bi armanca şermezarkirina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya Leyla Guven meşek li navçeya Dirbêsiyê tê lidarxistin, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Buroya Jin a Şaredariya Gel a taxa Şêxmeqsûd a Helebê wekî gavekê ji bo pêşxistina meştel û parkan projeyên biçûk ên çandina di 500 hawzên çandiniyê pêk tîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Jinên Suyran û Kildan destnîşan kirin ku Leyla Guven îradeya jinê li hemberî planên dewletên dagirker ji cîhanê re îsbat kir û gotin Leyla Guven mînaka jina azad e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Komîteya Çand û Hunerê ya Meclisa Sivîl a Reqayê amadekariyên vekirina navenda çand û hunerê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

- Greva birçîbûnê yaTevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya li Şehbayê ku bi armanca rakirina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û destekdayîna bi Leyla Guven re destpêkiriye di roja sêyemîn didomîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Piraniya koçberan di nav şert û mercên dijwar de ne. Tunebûna ewlehiyê li herêmên wan rê li pêşiya vegera wan digire. Bi sedan şêniyên bajarê Babê û gundewarê wê ji bo ewlehiyê berê xwe dane bajarê Minbicê. Di nav de jina bi navê Yasmîn El-Cuma ye ku serpêhatiya xwe bi me re parve dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA