Li Eyn Îsayê ji bo pêşxistina warê tenduristiyê dewreyên hemîşretiyê

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li navçeya Eyn Îsayê bi koordîneya komîteyên ciwanan ên komînên bajarokên Elî Baciliyê û Ebû Xerzayî du dewreyên perwerdeyê yên hemşîretiyê vekirin.

Li Eyn Îsayê ji bo pêşxistina warê tenduristiyê dewreyên hemîşretiyê
28 ÇILE, 2019   17:26

GIRÊ SPÎ

Di herdu dewreyan de 20 kes tev lê bibûn. Perwerde dê 20 rojan dewam bike û bi ezmûnan bi dawî bibe.

Di perewrdeyê de dê waneyên teorîk û pratîkî li se destwerdana lezgîn wekî dermankirina birînan, şewat û hwd werin dayîn. Wane ji aliyê hemşîreyên pispor ve dê werin dayîn.

Kesên perwerde bibînin ê di komînên xwe de hemşîretiyê bikin.

Endama Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li navçeya Eyn Îsa Zehra El-Salih destnîşan kir ku armanca vekirina van dewreyan ew e ku rewşa tenduristî li Eyn Îsa û gundewarên wê (El-Elî Baceliye, Ebû Xerze û El-Hîşe ) pêş bikeve.

Zehra destnîşan kir ku kesên derçûyî dê çenteyên tenduristiyên bisîtin û dê li ser komînên bajarokan belav bibin, daku destwerdanên lezgîn û xizmeta tenduristiyê pêşkêş bikin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger di hefteya bê de dê dewreya sêyemîn li bajarokê El-Hîşe veke.

Tevgera Ciwanên Şoreşger beriya niha sê dewreyên din bi heman mebestê li navçeya Eyn Îsa vekiribû.

(dh)

ANHA