Li dijî bargeha Himêmîm êrîş pêk hat

Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê diyar kir ku li nêzî balafirxaneya Himêmîm a Rûsiyê li Sûriyê dengê teqînekê hate bihîstin.

Li dijî bargeha Himêmîm êrîş pêk hat
27 ÇILE, 2019   15:14

NAVENDA NÛÇEYAN

Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê diyar kir ku ji herêma Ceblê ya gundewarên parêzgeha Laziqiyê dengê teqînan hate bihîstin. Li gor çavkaniyan teqîn ji ber bersivdayîna parastina esmanî li hedefên li ser asîmanê balafirxaneya Himêmîm pêk hat.

Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê derbarê ziyanên êrîşî de agahî neda.

Ajansa Sputnîkê ya Rûsiya jî got "Sîstema parastina esmanî ya bargeha Himêmîm berisva hedefên li dijî deverên nêzî bargehê li ser esîmanî bajarê Laziqiyê û Ceblê da."

Ajansê ku agahiyên xwe sparitbû çavkaniyekî leşkerî got "Dengê teqînê ku li tevahî bajarê Laziqiyê hate bihîstin sedema hedefgirtina balafirên bê mirov ku nêzî bargeha Himêmîm bûne ye."

Çavkaniyan got, 3 balafirn hatin hedefgirtin.