Koçberên ku gihîştin herêmên ewle, kêfxweşiya xwe anî ziman

Bi sedan welatî ji herêmên di bin dagirkeriya DAIŞ`ê de reviyan û xwe gihand herêmên ewle. Welatiyan kêfxweşiya xwe anî ziman û ji saziyên mirovî daxwaza alîkariyê kir.

Koçberên ku gihîştin herêmên ewle, kêfxweşiya xwe anî ziman
Koçberên ku gihîştin herêmên ewle, kêfxweşiya xwe anî ziman
Koçberên ku gihîştin herêmên ewle, kêfxweşiya xwe anî ziman
Koçberên ku gihîştin herêmên ewle, kêfxweşiya xwe anî ziman
Koçberên ku gihîştin herêmên ewle, kêfxweşiya xwe anî ziman
26 ÇILE, 2019   11:11

NISRÎN ELÎ / HESEKÊ

Nêzî 5 hezar û 257 malbat anku nêzî 18 hezar û 721 kes, ku piraniya wan ji Dêrazorê ne û hin jî ji Iraqê ne, bi alîkariya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) gihîştin kampa Holê ya penaberan. Jixwe berê jî li kampê nêzî 24 hezar penaber hebûn û 5 hezar ji wan bê kon in.

Welatiyên ku ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar bûn, ji ANHA`yê re axivîn û kêfxweşiya xwe anî ziman.

Welatiya bi navê Fatma Xelîl ji bajarokê El-Kemşa ye û wiha axivî: "Me gelk êş û azar kişand di bin desthilatdariya DAIŞ`ê de, îşkence, birçîbûn û kuştin."

Fatma diyar kir ku zarokê wê nexweş ket û çeteyan rê neda ku ew derkeve û ji zarokê xwe re derman û xwarinê peyda bike, her wiha şîrê zarokan jî peyda nedibû.

Fatma ji ber ku ji aliyê şervanên QSD`ê ve hatiye rizgarkirin, kêfxweşiya anî ziman û bang li Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mirovî kir ku alîkariyê bidin wan û pêdiviyên wan bi cî bînin.

Welatiya bi navê Ayşe Mihemed ji bajarokê El-Sûsa jî kêfxweşia xwe wiha anî ziman: "Em kêfxweş in ku gihîştin herêmên rêveberiya xweser û wan em li herêmên xwe yên ewle pêşwazî kirin."

Ayşe diyar ku dema ew gihîştine kampa Holê, rêveberiya kampê û Heyva Sor a Kurd xwarin û cil dane wan û wiha got: "Lê em dixwazin konan ji me re peyad bikin, niha zivistan e û sar e, zarokên me ji sermayê nexweş ketin."

Ji welatiyên Dêrazorê Mihêdî Salih jî wiha got: "Ji tirsa canê xwe û canê zarokên xwe em reviyan, me gelek zilm û êş kişand, em niha li herêmên ewle ne, lê me tiştek bi xwe re neaniya, em ji rêxistinên mirovî dixwazin ku konan ji mer peyda bikin."

Kirha Umer ku ji welatiyên Hejînê ye got ku pêdiviyên jiyanî kêm in, ne kon ne sobe tune ne û bi şev hewa pir sar dibe.

Der barê rewşa kampê de ji rêveberên kampa Holê Mihemed Ehmed Elî jî wiha axivî: "Hejmara koçberên nû hatine kampê, gihîşte zêdetirî 18 hezaran. Destpêkê tu pirsgirêk tune bûn, lê piştî ku hejmar zêde bû, di mijra peydakirina konan de pirsgirêk derketin, niha di konên pêşwaziyê de 5 hezar kes hene, komên li ba me têra wan nakin."

Elî ji rêxistinên mirovî xwest ku alîkariya koçberan bikin û wiha got: "Em di demsala zivistanê de ne, serma heya, em ji rêxistinên mirovî dixwazin ku bi awayekî lezgîn konan û alîkariyên mirovî peyda bikin."

(k)

ANHA