Macron dê sibê biçe Misrê

Serokê Fransayê Emmanuel Macron dê sibê serdama Misrê bike û bi hevpîşeyê xwe Ebdilfetah Elsîsî re hevdîtinê pêk bîne.

Macron dê sibê biçe Misrê
26 ÇILE, 2019   11:09

NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê serokatiya Misrê Besam Razî diyar kir , dê Serokê Fransayê Emmanuel Macron sibe serdana Misrê bike. Hat gotin dê di hevdîtinê de giringî bê dayîna têkiliyên her du welatan û dê awayên bihêzkirina karên hevbeş yên di navbera her du aliyan bêne gotûbêjkirin.

Serdana Macron dê 3`ê rojan dewam bike, tê payin ku bi hevpîşeyê xwe Ebdilfetagh Elsîsî re hevdîtinê pêk bîne û mijarên herêmê û navdewletî gotûbêj bike.

(k)