`Tevî hemû zehmetî û şer jî me dev ji Kobanê berneda`

Dema Kobanê û gundewarên wê di 15`ê Îlona 2015`an de rastî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê hatin û dewleta Tirk a dagirker, ji bo çeteyan derbasî Kobanê bike deriyê sinorê xwe vekir. Di heman demê de şêniyan ji ber êrîşên çeteyan warê xwe bi cih hêlan û derbasî axa Bakurê Kurdistanê bûn, lê hinek şêniyan jî dest ji axa xwe bernedan û li gundên derdora Kobanê li ber xwe dan.

`Tevî hemû zehmetî û şer jî me dev ji Kobanê berneda`
`Tevî hemû zehmetî û şer jî me dev ji Kobanê berneda`
`Tevî hemû zehmetî û şer jî me dev ji Kobanê berneda`
`Tevî hemû zehmetî û şer jî me dev ji Kobanê berneda`
`Tevî hemû zehmetî û şer jî me dev ji Kobanê berneda`
`Tevî hemû zehmetî û şer jî me dev ji Kobanê berneda`
26 ÇILE, 2019   07:45
Suzan İraz

STÊRA NEBÎ / KOBANÊ

Bi dehan malbatên Kobanê û gundewarên wê dema ku çeteyên DAIŞ`ê êrîşî bajarê Kobanê kir, dewleta Tirk a dagirker, ji bo çeteyan derbasî Kobanê bike deriyê xwe vekir. Di wê demê de jî şêniyên ku ji ber êrîşên çeteyan neçar man cih û warê xwe bi cih bihêlin derbasi Bakurê Kurdistanê bûn. lê tevî wê yekê jî hin ji malbatên kantona Kobanê dest ji warê xwe bernedan û berê xwe dan gundê Til Şiêrê yê li ser sînorê Tirkiyê û zêdetirî 4 mehan li wê derê di nav sermayê de man. Lê her tim îradeya wan malbatan ji zehmetiyan xurttir bû, heta ku Kobanê hat rizgarkirin li wir man.

Gundê Til Şiêrê ku 5 km dûrî bajarê Kobanê ye, bi dehan malbat li wê derê kom bûn û ji xwe re çeper ava kirin. Di navber wan û çeteyan de 5 km mabû.

Cureyên berxwedana gel di şerê Kobanê de?

Rast e ku di dema şerê Kobanê de her kesî nikaribû çek rakira û şer bikira lê belê kesên ku çek ranekirin, çi alîkarî ji bo şervanan pêwîst bû, dikirin û bi îrade û hêza xwe ya fikrî û manewî li hember terorîstên DAIŞ`ê li ber xwe dan.

Dayika bi navê Werdê Ebd Elî jî yek ji van kesan bû, ku koçberî Tirkiyê nebû û li rexma hemû zehmetiyan jiyana xwe li gundê Til Şiêrê berdewam kir. Dayîka Werdê wiha qala rojên tijî êş û zehmetî dike: “Sedema ku nehişt em dev ji axa xwe berdin, ew e bû ku me dizanibû armanca dewleta Tirk ew e ku me koçber bike. Lê me koçberî li dewleta Tirk û DAIŞ`ê kir xeyal."

Werdê Ebd Elî wiha pê de çû: “Tevî di wê demê de zivistan bû, rewşa hewa pir nexweş bû, rojane êrîşên DAIŞ’ê yên bi tang û topan bi ser me de dihatin. Zarokên me ditirsiyan û nexweş diketin. Lê dîsa ev zehmetî hemû li pêşiya me nebûn asteng, me xwarina zarokên xwe jî di bin baranê û êrîşan de çêdikir heta ku em karibû bijîn û li kêleka şervanên xwe bisekinin."

Werdê diyar kir ku di wê demê de tedbîrên xwe ji bo şer girtibûn ji bo ku bikarin xwe û zarokên xwe ji êrîşan biparêzin.

Li aliyekî din jî yek ji şêniyên gundê Minazê yê bi navê Nedîm Emo El-Ehmed çîroka xwe ya ku dema çete ketine Kobanê, ew bû malbata xwe ji warê xwe derneketin wiha got: “Dema ku çeteyên DAIŞ`ê êrîşî me kir û li hember tank û topên wan tenê keleş û îradeya me hebû ku em li hember wan li ber xwe bidin. Piştî ku çete ketin gund me berê xwe da gundê Til Şiêrê yê li ser sînorê Tirkiyê û me li wê derê di bin zehmetiyan de li ber xwe da. Me jiyana xwe li wê derê dewam kir heta ku Kobanê hat rizgarkirin."

El-Ehmed diyar kir ku di wê demê de ji bo êrîşên çeteyan rojane li ser sînor nobeta xwe digirtin û parastina xwe û axa xwe dikirin, her wiha me lîsteya xwe ya ji bo çêkirina xwarinê derxistibû."

El-Ehmed di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku her ku kolanek ji bajarê Kobanê dihat rêzgarkirin kêfxweşiyeke mezin di kete nava dilê wan

(bm)

ANHA