Fermandarê QSD’ê Şikakî: Em soza xwe bi cih tînin

Fermendarê QSD’ê Simko Şikakî got Şerê Tunekirina Terorê roj bi roj nêzî armanca xwe dibe û wiha got: “Em di mijara rizgarkirina sivîlan de bi awayekî hesas tev digerin. Em roj bi roj soza ku me daye gelê xwe, bi cih tînin.”

Fermandarê QSD’ê Şikakî: Em soza xwe bi cih tînin
Fermandarê QSD’ê Şikakî: Em soza xwe bi cih tînin
Fermandarê QSD’ê Şikakî: Em soza xwe bi cih tînin
25 ÇILE, 2019   07:29

DÊRAZOR

Fermandarê QSD’ê Simko Şikakî pêşketinên hemleya Bagera Cizîrê, pêngava dawîn a Şerê Tunekirina Terorê ku li Dêrazorê tê meşandin, ji ajansa me re nirxandin. Fermendar Simko Şikakî di tekez kir ku di rojên pêş de dê mizgîniya rizgarkirina tevahiya gundewarên Dêrazorê ragihînin.

Fermendarê QSD`ê Simko Şikakî diyar kir ku çeteyên DAIŞ`ê li hember vîna şervanên wan roj bi roj têk diçin. Çeteyên DAIŞ`ê di van rojên dawîn de piştî ku hatin tengavkirin, êdî nizanin çi bikin. Simko Şikakî destnîşan kir ku piştî hêzê tevahiya rêyan li pêşiya wan qut kirine, êdî tu rêya revê li pêşiya çeteyan nemaye û li beramberî du berbijêrkan mane yan mirin an  teslîmkarî.

Simko Şikakî diyar kir ku piraniya çeteyên DAIŞ`ê biyanî ne ji Tirkiyê, Iraq, Fransa, Ozbekistan, Şîşan û dewletên Afrîkayê ne.

Girêdayî pêşketinên şervanên QSD`ê Simko Şikakî ev agahî parve kir: "Şervanên me gihaştine bajarokê El-Sûse. Niha şerên dijwar di navbera şervanên me û çeteyan de li gundê El-Miraşdê yê ku dikeve başûrê El-Sûse li ser çemê Firatê, rû didin. Ji aliyê El-Baxozê ve şervan ber gund ve pêş de diçin û gihaştin pirê." Şikakî destnîşan kir ji ber mayinan û rizgarkirina sivîlan zehmetiya dikişînin.

Simko Şikakî destnîşan kir ku bi rêya korîdora ku QSD`ê vekiriye, bi hezaran sivîl ji herêmên ku DAIŞ`ê dagir kiriye, direvin. Simko Şikakî diyar kir ku sivîl di derketinê de zehmetiyan dikişînin, ji ber ku çeteyên DAIŞ`ê wan wek mertalên zindî bi kar tînin. Lê tîmên endezyariya taybet ji bo rakirina mayinan, erka xwe baş bi cih tînin.

Di dawiyê de fermandarê QSD`ê Simko Şikakî tekez kir ku soza ku dane gel ji bo rizgarkirina wan ji zilmê li ku derê dibin bila bibin, tînin cih û wiha got: "Di rojên pêşiya me de em ê mizgîniya rizgarkirina tevahiya gundewarên Dêrazorê bidin şêniyan."

(şx)

ANHA