Kampa Holê 5 hezar malbatên ji Hecîn û Baxozê pêşwazî dike

5 hezar û 257 malbatên ji bajarokên Hecîn û Baxozê ku şervanên QSD‘ê di çarçoveya pêngava Bagera Cizîrê ya Şerê Tunekirina Terorê de rizgar kirine, gihaştin kampa Holê. Rayedarên kampê diyar kir ku derfetên wan têrê nakin ku pêwîstiyên koçberan bi cih bînin.

Kampa Holê 5 hezar malbatên ji Hecîn û Baxozê pêşwazî dike
Kampa Holê 5 hezar malbatên ji Hecîn û Baxozê pêşwazî dike
Kampa Holê 5 hezar malbatên ji Hecîn û Baxozê pêşwazî dike
Kampa Holê 5 hezar malbatên ji Hecîn û Baxozê pêşwazî dike
Kampa Holê 5 hezar malbatên ji Hecîn û Baxozê pêşwazî dike
Kampa Holê 5 hezar malbatên ji Hecîn û Baxozê pêşwazî dike
Kampa Holê 5 hezar malbatên ji Hecîn û Baxozê pêşwazî dike
Kampa Holê 5 hezar malbatên ji Hecîn û Baxozê pêşwazî dike
25 ÇILE, 2019   07:19

NESRÎN ELÎ / HESEKÊ

Qonaxa dawîn a pêngava Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tunekirina Terorê bi pêşdeçûnên şervanên QSD‘ê li bargeha dawîn a çeteyên DAIŞ‘ê li gundewarên rojhilatê bajarê Dêrazorê berdewam dike.

Şervanên QSD‘ê ji bo rizgarkirina sivîlên li deverên di bin dagirkeriya çeteyan de korîdoreke ewlehiyê vekiribû. Di vê çarçoveyê bi hezaran şênî ku çeteyên DAIŞ‘ê wek mertalên zindî bi kar dianîn, ji pencên çeteyan rizgar kirin û ew derxistin herêmên ewle yên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Rêveberiya Xweser her wiha bi hezaran koçberên Sûriyê û penaberên Iraqê ku ji ber şer reviyan, hembêz kirin.

Kampa Holê 9‘ê Adara 2016`an ji aliyê Buroya Karûbarên Koçberan a Desteya Karûbarên Civakî û Koçberan a Herêma Cizîrê ve hat vekirin. Kamp li nêzî sînorê Sûriyê û Iraqê dikeve, 30 km rojhilatê Hesekê û 1 km li başûrê navçeya Holê ye.

Kampa Holê ku di demên berê de 24 hezar koçber û penaber hewandibûn, 5 hezar û 257 malbat ango 18 hezar û 721 koçberên ji Dêrazorê bi alîkariya QSD`ê gihîştin kampa Holê.

Rêveberên kampê teqez kir ku hejmar pir zêde ye, ji ber vê yekê derfetên wan têrê nakin ku konan ji bo vê hejmarê peyda bikin. Rêveberan daxwaza alîkariyên mirovî kir.

(dh/bm)

ANHA