Hiqûqnasên jin ên Ereb piştgirî da Leyla Guven

Hiqûqnasên jin ên Ereb ên kantona Şehbayê, greva birçîbûnê ya Leyla Guven yek ji mafên azadiya derbirandinê hesiband. Her wiha teqez kirin ku êdî bûye erka dewleta Tirk ku greva wê di ber çavan re derbas bike û daxwazên wê bîne cih.

Hiqûqnasên jin ên Ereb piştgirî da Leyla Guven
25 ÇILE, 2019   07:15

FÎDAN ABDULLAH / ŞEHBA

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven li hola dadgehê di 7`ê Mijdara 2018`an de ji bo şermezarkirina binpêkirinên Tirkiyê der heqê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de û rakirina tecrîdê, greva birçîbûnê ragihand. Greva birçîbûnê ya Leyla Guven li pey xwe 77 roj hiştin.

Têkildarî  krîtîkbûna rewşa tenduristiyê û pêkneanîna daxwazên Leyla Guven û gelek girtiyên siyasî yên di girtîgehên Tirkiyê de, ajansa me li gel hiqûqnasên jin ên Ereb li Şehabyê hevpeyvîn çêkir.

Hiqûqnasa jin Narîman Hisên wiha got: "Greva birçîbûnê ya Leyla Guven ji aliyê qanûnî ve ji hêjatirîn cureyên têkoşîna aştiyane tê hesibandin. Bi rêya wê, girtî banga pêkanîna maf û daxwazên qanûnî li gorî lihevkirin û peymanên navdewletî dikin."

Narîman destnîşan kir ku çalakiya Leyla Guven mafek ji mafên derbirandinê ye û yek ji rûyên azadiya derbirandinê ye û axivî: “ Êdî dibe erka dewleta Tirk a ku ew girtiye, daxwazên wê di ber çavan re derbas bike û pêk bîne. Bi taybet piştî ku çalakiya wê gihaşt asta herî bilind û êdî li ser jiyana wê xetereyê çêdike.

Her wiha Nerîman destnîşan kir ku çalakiya Leyla Guven bi armanca bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û wiha pêde çû: “Ev grev bang li wijdanaê mirovahiyê dike. Divê dewleta Tirk li gorî qanûnên navdewletî bala bide ser grevê.

Hiqûqnas Selwa Ecac diyar kir ku Leyla Guven ji bo her jinekê ku banga mafê xwe dike, nimuneya hêzê ye û got: “ Israra Leyla Guven di berdewamkirina grevê de heta piştî ku birayê Ocalan ew dîtiye, vîna wê ya bi hêz rave dike.”

Selwa destnîşan kir ku Leyla Guven bi greva xwe li ser navê tevahiya jinan peyamekê ji cîhanê re dişîne û girîngiya rewşa Ocalan diyar dike.

Di dawiyê de Selwa tekez kir ku wek hiqûqnas ew girtina siyasetmedaran bi giştî red dikin. Her wiha bang li civaka navdewletî, di serî de rêxistinên mafên mirovan, kir ku ji bêdengiya xwe li hember greva Leyla Guven derkevin.

(şx)

ANHA