Şêniyên Dêrikê 4 şehîdên xwe sparin axê

Bi hezaran ji şêniyên Dêrik û Girkê Legê cenazeyên 4 şehîdanan ku di dem û cihên cûda de şehîd bibûn li goristana Şehîd Xebat û goristana şehîdan a Til Koçerê veşartin.

Şêniyên Dêrikê 4 şehîdên xwe sparin axê
Şêniyên Dêrikê 4 şehîdên xwe sparin axê
Şêniyên Dêrikê 4 şehîdên xwe sparin axê
Şêniyên Dêrikê 4 şehîdên xwe sparin axê
Şêniyên Dêrikê 4 şehîdên xwe sparin axê
Şêniyên Dêrikê 4 şehîdên xwe sparin axê
Şêniyên Dêrikê 4 şehîdên xwe sparin axê
Şêniyên Dêrikê 4 şehîdên xwe sparin axê
24 ÇILE, 2019   15:51

QAMIŞLO

Bi hezaran şeniyên Dêrik û Girkê Legê cenazeyê şervanên YPG‘ê Mezlûm Çîmen (Çekdar Hesekê) Wanî Malayî (Leşker Amed) şervana YPJ‘ê Sungul Aktî (Hîra Viyan Amed) û şervanê QSD‘ê Xalis Mihemed (Alan Merzûqa) ji nexweşxaneya şehîd Hogir a bajarê Dêrikê wergirtin û bi kerwanekî ji sedan wesayîtan ber bi goristana Şehîd Xebat Dêrik ve ketin rê.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqeyeke rêz hate girtin û ji aliyê şervanên YPG‘ê merasîma leşkerî hate lidarxistin. Paşê ji fermandarên QSD‘ê Mensûr Delîl axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û anî ziman ku şehîd berhemê têkoşînê ne û bi keda wan serkeftinên mezin hatin bidestxistin.

Delîl di berdewama axaftina xwe de got, "Kombûna me li vê goristanê bersiva gefên Tirkiyê ne. Wekî YPG û QSD‘ê em soz dikin şehîdên xwe ku em ê çeka wan li erdê nehêlin û li hemberî gefên li ser gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bisekinin."

Bi navê Rêveberiya Xweser Hevserokê Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê Kenan Berekat û axivî û ev tişt anî ziman: "Rêveberiya Xweser berhema felsefeya neteweya demokratîk ku gelên li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirine yek, bi saya vê felsefê gel bûne yek û xwîn di çeperan de  tevlî hev bûn."

Piştî bi dawîbûna axaftinê nasnameyên şehadetê hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Malbatên şehîdan soza bilindkirina berxwedanê li hember gefên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dan.

Cenezeyên şehîd Hîra Amed, Leşker  Amed û Çekdar Rêdûr li goristana Şehîd Xebat a Dêrikê hatin veşartin. Her wiha  cenazeya şehîd Alan Merzûqa ber bi goristana şehîdan a Til koçerê ve hate oxirkirin.

(dh)

ANHA