Komxebata çalakvanên jin: Divê deweta Tirk ji Efrînê derkeve

Bi sponseriya Meclisa Jin a Sûriyê û bi beşdarbûna çalakvanên siyasî yên jin komxebatek li baraê Qamişlo lidar xist. Di komxebatê de beşdaran hejmarek daxwaz pêşkêş kirin, jê derxistina dagirkeriya Tirk ji Efrînê.

Komxebata çalakvanên jin: Divê deweta Tirk ji Efrînê derkeve
Komxebata çalakvanên jin: Divê deweta Tirk ji Efrînê derkeve
Komxebata çalakvanên jin: Divê deweta Tirk ji Efrînê derkeve
Komxebata çalakvanên jin: Divê deweta Tirk ji Efrînê derkeve
Komxebata çalakvanên jin: Divê deweta Tirk ji Efrînê derkeve
Komxebata çalakvanên jin: Divê deweta Tirk ji Efrînê derkeve
Komxebata çalakvanên jin: Divê deweta Tirk ji Efrînê derkeve
Komxebata çalakvanên jin: Divê deweta Tirk ji Efrînê derkeve
Komxebata çalakvanên jin: Divê deweta Tirk ji Efrînê derkeve
Komxebata çalakvanên jin: Divê deweta Tirk ji Efrînê derkeve
23 ÇILE, 2019   19:01

QAMIŞLO

Bi dirûşmeya `Efrîn doza welat û nasnameya mirov e` Meclisa Jin a Sûriyê bi boneya salvegera yekemîn a piştgiriya berxwedana Efrînê, li hola Zana ya Kantona Qamişlo komxebatek orgenîze kir. Komxebat bi armanca balê bikşîne ser binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê der heqê şêniyên Efrînê de hate lidarxistin.

150 endamên nûnerên jin ên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rêxistin û partiyên siyasî yên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di komxebatê de amade bûn. Hola komxebatê bi pankartên bi nivîsên `Rêya rizgarkirina Efrîn rêya şehîdan û berxwedanê ye`, `Bi berxwedana jina Efrînê, berxwedan berdewam e` hatin daliqandin.

3 mijarên sereke di komxebatê de hatin nîqaşkirin; encamên dagikririna Efrînê li ser aloziya Sûriyê, azara jina Efrîn piştî dagirkirinê û binpêkirinên Tirkiyê ji peymanên navdewletî û hevpeyana mafên mirovan re.

Axaftina destpêkê ji hêla Koordînatora Giştî ya Meclisa Jin a Sûriyê Lîna Berekat ve hate kirin. Lîna Berekat lidarketina komxebatê li beşdaran hemûyan bi taybet jinên ku hîna li Efrînê û di nav kampên Şehbayê de li berxwe didin pîroz kir. Lîna destnîşan kir ku berxwedana Efrînê ya 58 rojan destanên lehengiyê nivîsand. Lîna berxwedana Leyla Guven û tevahiya girtiyên jin di girtîgehên Tirkiyê de silav kir.

Di komxebatê de dîwanek ji 3 endaman hate avakirin û dest bi nîqaşan kirin.

Mijara yekemîn a komxebatê ji aliyê endama Meclisa Jin a Sûriyê Dr. Ebîr Hesaf ve hate nirxandin. Mijara yekemîn behsa encamên dagirkirina Efrînê li ser aloziya Sûriyê dike.

Dr.Ebîr Hesaf bi çend gotinan behsa bajarê Efrînê di aloziya Sûriyê de kir û tekez kir ku Efrîn maskên dewletên herêmî û mezin hamûyan eşkere kir.

Ebîr wiha domand: "Tirkiyê ji destpêkê ve lîstokvanek sereke li rex Îranê bû. Tirkiyê xewna dewleta Osmanî ji bîr nekiriye. Tirkiyê ji bo pêkanîna wê xewnê ji destpêka aloziya Sûriyê ve di nav hewldanan de ye."

Piştî wê beşdaran encamên dagirkirina Efrînê li ser aloziya Sûriyê nîqaş kirin. Beşdaran teqez kirin ku Efrîn herêmek Sûrî ye û gelek koçber û penaber ji tevahiya herêmên Sûriyê pêşwazî kirine. Her wiha desnîşan kirin ku piştî êrîşên Tirkiyê, Efrîn veguheriya herêma herî zêde rastî tundiyê, talankirin û wêrankirinê ji hêla çeteyan ve tê. Ev jî çerxek di tevna Sûrî de çêkir, piştî ku biratî û dildarî lê serwer bû.

Beşdaran bi rêya mudexeleyên xwe destnîşan kirin ku malbatên ku ji Xûta hatine û li Efrînê bi cih bûne, bûn sedema sereke ya guhertina demografiya wê.

Di nîqaşên beşdaran  de hate diyarkirin ku "Tirkiyê bi mebesta dîroka Efrînê tine bike cihên dîrokî dikir hedef. Tevî wê jî 12 hezar darên zeytûnê ji kokê ve rakirin. Tirkiyê û çeteyên wê hilberîna zeytûnê ya Efrînê talan kirin û derxistin derveyî Efrînê bi vê yekê zirar bi aboriya Efrînê kirin."

Mijara duyemîn ji aliyê endama Koordînasyona Kongreya Star Zekiye Bekro û hevseroka Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Efrînê Hêvî Mistefa ve hate şîrovekirin. Mijara qala rola jin di şoreşa Rojava de di her aliyan de û berxwedana wê li hemberî dijminan dikir. Di axaftinan de hate gotin ku roleke sereke di her qadan de list û nîrîna civakî ya ji jinên re da guhertin.

Beşdaran di mijara duyemîn de teqez kirin ku ji ber xwezaya erdnîgariya Efrînê jin ji destpêka şoreşê ve di ragihandina YPJ`ê de bû pêşeng, yekemîn endama YPJ`ê şehîd dikeve ji Efrînê bû û yekemîn dibistana fêrkirina bi zimanê dayikê li Efrînê hate vekirin.

Axaftinan bal kişand ser tevlêbûna jinê di hemû saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de û têkoşîna ji bo azadiya jin. Beşdaran teqez kirin ku piştî dagirkirina Efrînê, jin rastî hemû cûreyên şîdetê, revandinê, destavêtinê û kuştinê hatine. Beşdaran diyar kirin ku dagirkerî hewl dide bi van kirinan jinê vegerînin serdema koletiyê û vîna wê têk bibin. Her wiha bêdengiya navdewletî şermezar kir.

Her wiha mijara sêyemîn jî ji aliyê endama Koordînatora Giştî ya Meclisa Jin a Sûriyê Lîna Berekat ve hate şîrovekirin.  Lîna Berekat got: "Dagirkeriya Tirk bi hevkariya komên çete, bi kiryarên xwe qanûna navdewletî û qanûna mirovî ya navdewletî binpê kirin. Diviyabû tevahiya binpêkirinên Tirkiyê û çeteyên yên ku hatine belgekirin ji aliyên qanûnî û hiqûqî ve bihatana eşkerekirin."

Daxwazên komxebatê

Beriya ku komxebat bi dawî bibe, beşdaran peyam ji civaka navdewletî re şandin. Beşdaran di peyama xwe de bang li civaka navdewletî kir ku bi awayekî cidî bixebitin dagirkeriya li ser Efrînê bi dawî bikin. Ji ber ku ew ji xaka Sûriyê re binpê kirineke û çareseriyên siyasî û kedên tunekirina terorê li Sûriyê sînordar dike.

Her wiha beşdaran xwestin ku biryarek navdewletî were girtin ku dagirkirina Efrînê ne rewa û bi rêgezên NY`î û qanûnên navdewletî re nakok e bihesbînin. Li ser wê ji hêzên dagirker bixwaze ku yekser bê şert ji Efrîn û tevahiya xaka Sûriyê ku dagir kiriye vekişe.

(şx)

ANHA