Hunermendên Efrînê çalakiyeke çandî lidar xistin

Piştî amadekariyê 3 mehan şêwekar û wênesziyên Efrînê çalakiyeke çandî li Kantona Şehbayê li dar xistin, tê de pêşagehek hat vekirin, helbest hatin gotin û belgefîlm hatin pêşandan.

23 ÇILE, 2019   18:19

ŞEHBA

Çalakiya ku dê 3 rojan berdewam bike bi vekirina pêşangeheke wênesaziyê destpê kirin. Di Pêşangehê de 22 tabloyên cihreng ku ji aliyê 3 jinên ciwan û şêwekar Ardelan Ibrahîm û Henîf Hemo ve hatibûn xêzkirin hatin daliqandin. Wêneyên pêşangehê balê dikişîne ser bûyerên kuştin, êrîş wêrankirin û derketina bi zorê ku li Efrînê rû dane.

Li gorî şêwekaran armanca vê gave pêşxistina warê çandî li Efrînê û dengevdana Berxwedana Serdemê ye.

Di çalakiyê de 3 helbestvanan bi zimanê Kurdî helbestên li ser azarên şêniyên Efrînê û berxwedana şervanên YPG û YPJ`ê li hember dagirkerên Efrînê xwendin.

Di dawiya roja yekemîn a çalakiyê de fîlmek li ser bûyerên li Efrînê rû dane weke bombebaran, şer, komkujî û wêrankirina şaristanî û şûnwaran hat pêşkêşkirin.

Li ser mijarê şêwekar Erdelan Ibrahîm ji ajansa me re got "Destpêkê derfetên me tine bûn ku wêneyan xêz bikin, me bi amûrên pêwîst û basît dest pê kirin. Amadekariyên vekirina vê pêşangehê 3 mehan dewam kir. Tabloyên me balê dikişîne ser êş û berxwedanê û nameyeke jî cîhanê re ku em radest nabin û hertim li ber xwe bidin."

Helbestvan Mihemed Welîd li ser naveroka helbestên hatin xwendin û got " Helbestên me li ser berxwedana 58 rojan, kuştina li Efrînê pêk hatiye û hêviyên vegera li Efrînê ne."

Çalakî dê 3 rojan berdewam bike.

(dh)

ANHA