Jinên Minbicê piştgirî da Leyla Guven

Jinên Minbicê piştgiriya xwe bi parlamenter Leyla Guven re nîşan da û teqez kir ku daxwazên wê, daxwazên mirovî ne.

Jinên Minbicê piştgirî da Leyla Guven
22 ÇILE, 2019   13:54

MINBIC

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk û parlamentera HDP`ê ya Culemêrgê Leyla Guven di çalakiya xwe de dewam dike. Çalakiya Leyla Guven li hemû cîhanê deng veda, der barê mijarê de jinên bajarê Minbicê jî piştgiriya xwe ji bo daxwazên Leyla Guven nîşan didin.

Îro Meclisa Jinên Minbicê û gundên wê çalakiya piştgiriya parlamenter Leyla Guven li dar xist. Jinan wêneyên Leyla Guven hildan û di çalakiyê de daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê berdevka Meclisa Jinan Ibtîsam Ebdilqadir ve li pêşiya Navenda Meclisa Jinan a bajarê Minbicê hate xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Em dixwazin îro dengê xwe tev li dengê berxwedana li zindanan bikin. Ev berxwedana jinan rast e ku ji berê de hebû. Ev delîl e ku jin dikarin ne tenê di aliyê leşkerî de şer bike, ew dikare şerê di hemû aliyên jiyanê de ku dixwazin zextê li ser jinan bikin û dîroka wê veşêrîn, şer bike. Hemû zextên baviksalar nikaribûn agirê berxwedanê di kesayeta jinan de vemirînin.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku mîrasa xwişkên Mîrabal heta roja me ya îro di kesayeta Sakîne Cansiz de ku bo sembola têkoşîn û lehengiyê, dewam dike.

Her wiha di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Va ye îro dîrok di kesayeta parlamentera jin Leyla Guven de dubare dibe û berxwedana wê ji hemû cîhanê re îsbat bû ku jin dikarin heta niha li ber xwe bidin."

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Çi bibe em ê li ser rêya wan bimeşin, îradeya Leyla Guven îradeya hemû jinan e."

(jo)

ANHA