Pêla koçberiyê ber bi herêmên rizgarkirî ve didome

Zêdetirî 2 hezar koçberên Hecînê xwe gihand cihên rizgarkirî. Hêzên QSD`ê jî cihekî ewle ji wan re peyda kir û koçber lê bi cih dibin.

Pêla koçberiyê ber bi herêmên rizgarkirî ve didome
Pêla koçberiyê ber bi herêmên rizgarkirî ve didome
Pêla koçberiyê ber bi herêmên rizgarkirî ve didome
Pêla koçberiyê ber bi herêmên rizgarkirî ve didome
22 ÇILE, 2019   09:22

HEMED EL-MISTEFA – DIYAR EHMO / DÊRAZOR

Piştî ewlekirina rêyan, ji herêmên bajarokê Hecînê û gundên wê ku şerên giran lê diqewimin, tevgera koçberiyê ber bi herêmên ji aliyê QSD`ê ve hatine rizgarkirin ve, dewam dike.

Di dîmenan de ku nûçegihanên ajansa me kişandine, reva sivîlan a ji çeteyên DAIŞ`ê xuya dike. Koçberan bi xwe re çend pêdiviyên biçûk anîne û mal û milkên xwe li pey xwe hiştine. Yek ji koçberên gundên Hecînê diyar kir ku her roj sivîl ber bi herêmên ewle ve diçin û wiha domand: "Derketina me ne hêsan e, em pir zehmetiyê dibînin heta ku digihîjin QSD`ê."

Sivîl di seatên êvarê de derdikevin, ji ber ku ditirsin çeteyên DAIŞ`ê wan bigirin. Çeteyan mayin li derdora gund û kolanan çandine ku nehêlin sivîl derbasî herêmên rizgarkirî bibin.

Sivîl 15 heta 20 km li ser lingan ji 7 heta 8 seatan dimeşin, di wexteke ku tirs û birçîbûn wan hilak dike, hin ji wan zarokên dergûş radikin û hin ji wan birîndarên wan di şer û teqîna mayinan de radikin û hin ji wan ji ber birîna giran êşa wê tehemûl dikin da ku bigihîjin herêmên rizgarkirî.

Di seatên sibehê de mirov komên sivîlan dibîne û rûyê wan ê biken ber bi herêmên rizgarkirî ve tên, yê din destê xwe ji şervanên QSD`ê re radike da ku alîkariya wan bikin û pêdivî û birîndarên wan rabikin.

Li aliyekî din jî şervanên QSD`ê alîkariya wan dikin, mirov li şervanan dibîne ku çawa bi kêfxweşî wan pêşwazî dikin, hin ji wan zarokan radikin û hin ji wan kalên temen mezin radikin û hin ji wan kesên birîndar radikin.

Hêjayî gotinê ye ku duh zêdetirî 2 hezar sivîlan xwe gihandibû herêmên rizgarkirî.

(jo)

ANHA