Koalîsyona Navdewletî: Di êrîşa li Şedadê de tu ziyanên canî di nava leşkerên me çênebûne

Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ`ê ragihand ku di teqîna Şedandê de tu ziyanên canî di nava leşkerên wan de çê nebûne.

Koalîsyona Navdewletî: Di êrîşa li Şedadê de tu ziyanên canî di nava leşkerên me çênebûne
21 ÇILE, 2019   15:04

Navenda Nûçeyan

Malpera Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ`ê daxuyaniyek weşand û teqez kir ku di teqîna li dijî karwaneke leşkrên koaslîyonê li ser benda kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li nêzî pira 47 li navçeya Şedadê pêk hat de tu ziyanên giyanî di nava hêzên wan de çênebûne.

Di daxuyaniyê de hate gotin "Karwanekî hevbeş yê hêzên me û Hêzên Sûriya Demokratîk li Sûriyê rastî êrîşeke bi erebeyeke bombekirî hat, di nava hêzên me de tu ziyan çênebûne, em ê rewşê bişopînin û agahiyan bidin".

Îro sibehê li ser benda kontrolê ya Hêzên Ewlehiya Hundirîn li navçeya Şedadê êrîşeke bi erebeyeke bombekirî pêk hat, çavakaniyeke leşkerî ji ajansa me re ragihand ku erebeyeke bi markeya HYUNDAI nêzî benda kontrolê bû, endamên hêzên ewlehiyê hewl dan rawestînin lê ew ne rawestiya, ,lewma erebeyeke bi zirx ya hêzên hevpeymanê xistin rêya wê, ajokarê erebeya zirxî berî û erebeya bombekirî biteqe xwe ji erebeyê avêt, di teqînê de du endamên hêzên ewlekariyê û ajokarê erbeya bi zirx sivik birîndar bûn.

(em/k)

ANHA