‘Xewnên Osmaniyan dê bi tabûtên leşkerên wan re binax bibin‘

Ciwanên Tebqayê bi daxuyaniyekê salvegera dagirkirina Efrînê şermezar kir. Ciwanan di daxuyaniya xwe de got “Xewnên Osmaniyan tê bi tabûtên leşkerên êrîşkar re bêne binaxkirin.”

‘Xewnên Osmaniyan dê bi tabûtên leşkerên wan re binax bibin‘
21 ÇILE, 2019   13:00

TEBQA

Bi boneya salvegera dagirkirina Efrînê, Meclisa Ciwanên Tebqayê (Yekitiya Jinên Ciwan, Yekitiya Sporê û Ciwanên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê) daxuyaniyek da.

Daxuyanî li pêşiya Navenda Meclisa Ciwanên Tebqayê bi beşdariya komeke ciwanan ji aliyê endamê rêveberiyê Mehmûd El-Yetîm ve hate xwendin.

Ciwanan di daxuyaniyê de êrîş û kiryarên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê li Efrînê şermezar kirin. Her wiha soza dewamkirin û bilindkirina têkoşînê dan.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em soz didin ku têkoşîn dê dewam bike, heta dilopa xwîna xwe ya dawiyê em ê axa xwe biparêzin. Eger dagirkerên Tirkiyê nêzî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibin, dê xwenên Osmaniyan bi tabûtên leşkerên êrîşkar re bêne binaxkirin.”

Çalakî bi dirûşmeyên “Bi can, bi xwîn em bi te re ne Efrîn” bi dawî bû.

(me/k)

ANHA

.