Rêveberiya Xweser a Demokratîk, salvegera rêveberiyê li gelê Cizîrê pîroz kir

Meclisa  Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi boneya 5`mîn salvegera damezirandina rêveberiyê, welatiyên herêma Cizîrê pîroz kirin.

Rêveberiya Xweser a Demokratîk, salvegera rêveberiyê li gelê Cizîrê pîroz kir
21 ÇILE, 2019   12:31

GIRÊ SPÎ

Meclisa Rêveber a Rêvegeriya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi boneya 5`emîn salvegera Rêveberiya Xweser a Demokratîk nameyeke pîrozbahiyê weşand.

Naveroka nameyê wiha ye:

“Bi boneya 5`emîn salvegera damezirandina Rêveberiya Xweser li herêma Cizîrê, em rêveberî û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybet gelên herêma Cizîrê pîroz dikin. Em hêvî dikin ku her pêşketin û geşbûn para wan be.”

Roja 21`ê Çileya 2014`an pêkhateyên herêma Cizîrê (kantona Cizîrê ya berê) damezirandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ragihand. Pêkhateyan saziyên xizmetguzarî, rêxistinî û parastinê ava kirin û herêmên ku di çarçoveya Şoreşa 19`ê Tîrmehê ya sala 2012`an de ji rejîmê hatibûn rizgarkirin, bi rê ve birin.

Di heman salê de li kantonên Kobanê û Efrînê jî rêveberiyên xweser hatin ragihandin.

(k)

ANHA