QSD’ê li Tebqayê dewreyek bi dawî kir

Li Tebqayê, Akademiya Şehîd Cûma El-Nezal a hêzên leşkerî dewereya 4`emîn a şervanên QSD`ê bi merasimekî bi dawî bû.

QSD’ê li Tebqayê dewreyek bi dawî kir
QSD’ê li Tebqayê dewreyek bi dawî kir
QSD’ê li Tebqayê dewreyek bi dawî kir
QSD’ê li Tebqayê dewreyek bi dawî kir
QSD’ê li Tebqayê dewreyek bi dawî kir
21 ÇILE, 2019   13:23

TEBQA

Li Tebqayê, Akademiya Şehîd Cûma El-Nezal a hêzên leşkerî dewreya 4’emîn a şervanên QSD’ê bi merasimekî bi dawî bû.

Fermandarên QSD`ê û endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê tevlî merasîmê bûn.

Dewreya perwerdeyê ya bi navê Şehîd Ehme El-Setam 45 rojan berdewam kir. Di dewreyê de dersên bîrdozî û leşkerî hatin dayîn.

Ji fermandarên QSD`ê Omîd Gabar, fermandarên YPJ’ê, Hevserokê Meclisa Zagonsaz Hamid El-Ferec, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, nûnerên komîteyên rêveberiya sivîl û malbatên şervanan tevlî merasîmê bûn.

Merasîm bi torena leşkerî dest pê kir.

Piştî torenê, Hevserokê Meclisa Zagonsaz Hamid El-Ferec axivî. Hamid El- Ferec bal kişand ser têkoşîna şervanên QSD’ê û wiha got: “Hun ew lehengin ku ji tevahiya cîhanê re nîşan kirin ku aştiyê ava dikin û welatan diparêzin. We şerê terorê kir û gelê me ji zilm û zordariyê rizgar kirin. Divê hun heta dawiyê şopdarên rêya şehîdan bin û parastina destkefiyên ku bi saya têkoşîna wan hatine bidest xistin, bikin."

Her wiha ji fermandarên QSD`ê Omîd Gabar jî got ku ew hêza xwe ji hêza gelê herêmê digirin.

Omîd diyar kir ku ew pişta xwe didin gel û êlên xwe, ew tu carî pişta xwe nadin tu dewletên din û ji ber ku ew xwediyên vê xakê ne. Omîd destnîşan kir ku dê ew li ser axa xwe bijîn û şehîd jî bibin.

Di dawiyê de şervanan soza parastina xaka welêt û destkefiyên gel dan.

(bx/bm)

ANHA