Pedersen: Em ê ji nû ve li Sûriyê dest bi xebatên çareseriya siyasî bikin

Nûnerê navneteweyî yê taybet li Sûriyê Geir Pedersen, gihaşt Moskovê û li ser çareserkirina aloziya Sûriyê rêzecivîn pêk anîn. Pedersen hevdîtinek bi Sergey Lavrov re jî pêk anî.

Pedersen: Em ê ji nû ve li Sûriyê dest bi xebatên çareseriya siyasî bikin
21 ÇILE, 2019   12:25

NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê navneteweyî yê taybet li Sûriyê Geir Pedersen dest bi rêzecivînên li Moskovê kir. Pedersen bi wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re hevdîtinek pêk anî.

Rûsya El-Yewm di nûçeyeke xwe de wiha got: “Nûnerê navneteweyî yê taybet li Sûriyê Geir Pedersen got divê biryara navneteweyî ya 2254’an a ji bo mîsogeriya koçberên Sûriyê ji welatê xwe re pêk were. Pedersen di civîna xwe ya îro ya li gel wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov de diyar kir ku ew ê careke din xebatên xwe ji bo çareseriya siyasî li Sûriyê bidin destpêkirin.”

(jo/bm)