Dagirkeriya Tirkiyê li Lubnanê bi civînekê hate şermezarkirin

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Weqfeya Newroz a Çandî û Civakî têkildarî salvegera yekemîn a êrîşên dagirkeriya Tirkiyê li ser kantona Efrînê civînek li dar xist.

Dagirkeriya Tirkiyê li Lubnanê bi civînekê hate şermezarkirin
20 ÇILE, 2019   21:24

BEYRÛT

Civîn li paytexta Lubnanê Beyrûtê li holekê bi amadebûna bi dehan kurdên li Lubnanê dijîn hate lidarxistin.

Di civînê de ji rêveberên TEV-DEM‘ê Şervîn Cûdî berxwedana gelê Efrînê silav kir û got, "Bi Rihê Avesta, Barîn û Karker em berxwedana Efrînê ya dîrokî silav dikin. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê bi zêdeyî  hezar çete û leşker û çekên pêşketî êrîşî Efrînê kirin, gelê Efrînê li hemberî wê 58 rojan li ber xwe da. Berxwedana şêniyên Efrînê di qonaxa duyemîn de berdewam e ."

Şervîn her wiha bal kişand li ser berxwedana jinan li Bakurê Sûriyê û destnîşan kir ku serketinên jinan di her qadan de deng veda.

Şervîn Cûdî got, Efrîn wê biserkeve û dagirkerî têk biçe.

Di dawiya civînê de senevîzyoneke li ser binpêkirinên dewleta Tirk li Efrînê û berxwedan gel û şervana hate pêşandan.

Civîn bi diruşmeyên silavkirina berxwedana Efrînê û şermezarkirina dagirkeriya Tirkiyê bi dawî bû.

(bb)

ANHA