Ji bo qurbaniyên teqîna li Minbicê sersaxî hate xwestin

Bi sedan ji bo qurbaniyên teqîna li Minbicê sersaxî xwestin.

Ji bo qurbaniyên teqîna li Minbicê sersaxî hate xwestin
Ji bo qurbaniyên teqîna li Minbicê sersaxî hate xwestin
Ji bo qurbaniyên teqîna li Minbicê sersaxî hate xwestin
Ji bo qurbaniyên teqîna li Minbicê sersaxî hate xwestin
Ji bo qurbaniyên teqîna li Minbicê sersaxî hate xwestin
Ji bo qurbaniyên teqîna li Minbicê sersaxî hate xwestin
Ji bo qurbaniyên teqîna li Minbicê sersaxî hate xwestin
19 ÇILE, 2019   19:53

MINBIC

Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê ji bo qurbanên teqîna Minbicê ya ku li roja çarşemê li kolana Sindis a Minbicê pêk hatibû konê sersaxiyê li dibistana El-Xesaniyê yê rojhilatê Minbicê veda.

Konê sersaxiyê bi wêneyên şehîdên qurbanên teqînê, alên Meclisa Malbatên Şehîdan û pankartên ku şênî û saziyên sivîl ên Minbicê zêdegaviyên derve red dikin hate xemilandin.

Li gel şandeyên siyasî û leşkerî yên Bakurê Sûriyê, îro bi sedan şêniyên bajarê Minbicê li Bakurê Sûriyê herikîn bin konê sersaxiyê û sersaxî ji qurbanên teqîna Minbicê re xwestin.

Ji bin konê sersaxiyê beşdaran peyamên sersaxiyê û domandina xeta berxwedanê, şermezarkirina teqînê dan.

Hevserokê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebidhamid El-Mihbaş axivî û got: "Ê ku dixwaze vê xakê biparêze û ewlehiya wê pêk bîne dê şehîdan bide, em jî ji wê re amade ne. Teror heye û hîna jî di berîka dawîn de li Dêrazorê li berxwe dide. Lê bi saya zendên lehengên me dê tune bibe."

Di nav axaftina xwe de El-Mihbaş destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ'ê û hevalbendên wê ewlehî û projeya herêmê ya demokratîk dikin hedef. Her wiha rola pêşeng ya şêniyên herêmê ji bo pûçkirina van planan bi bîrxist.

Di dawiya axaftina xwe de El-Mihbaş diyar kir ku hewldanên têkbirina ewlehiya herêmê dê vîna gel naşkîne û destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser dikare destkeftiyên gel di çarçoveya Sûriyeyek nenavendî pirrengî ku mafên tevahiya gelê Sûriyê diparêze, biparêze.

Her wiha cîgirê Fermendariya Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê Ibrahîm El-Binewî got, "Wek Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê em amade ne li hember her êrîşekê yan jî hewldanekê li dijî herêmê bisekinin. Em ê bi gelek rêbazan herêma xwe biparêzin. Em serî ji planên ku herêmê dikin hedef natewînin."

Merasîm bi dirûşmeyan bi dawî bû

(şx)

ANHA