6 partiyên din piştgirî dane banga KNK‘ê

Partiya Biratî ya Kurdistanê, Partiya Niştimanî ya Kurdistanê, Partiya Roj a Demokratîk a Kurd li Sûriyê, Partiya Azadî ya Kurdistanê, Partiya Yekîtiya Demokratîk û Partiya Lîberal a Kurdistanê piştigrî dan însaytîfa KNK-Rojava ya bi armanca yekrîziya Kurd.

6 partiyên din piştgirî dane banga KNK‘ê
6 partiyên din piştgirî dane banga KNK‘ê
6 partiyên din piştgirî dane banga KNK‘ê
6 partiyên din piştgirî dane banga KNK‘ê
6 partiyên din piştgirî dane banga KNK‘ê
6 partiyên din piştgirî dane banga KNK‘ê
6 partiyên din piştgirî dane banga KNK‘ê
19 ÇILE, 2019   19:33

QAMIŞLO

Bi însyatîfa Desteya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya şaxê Rojava bi armanca avakirina yekitiya niştimanî ya Kurdî ku rê li pêşiya xeteriyên ser kurdan bigire komîteyek ji 5 kesan hate avakirin.

Komîteya KNK-Rojava ji endamê Meclisa Rûspiyên Dêrikê Şêx Sînan Ehmed, serokê Yekîtiya nivîskarên Kurd li Sûriyê Dilawer Zingî, endamên Desteya Rêveber a Kongreyê Ebdulkerîm Umer û Derya Remedan, mamosteyê zanîngeha Rojava Silêman Ilyas pêk tê. Erka komîteyê bi partiyên siyasî yên Kurdî re bikeve nava têkiliyan.

Komîteya KNK-Rojava di çarçoveya kar û xebatên xwe de, heta niha serdana Hevbendiya Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê, Partiya Demokratîk a Pêşverû a Kurd li Sûriyê, Kombûna Partiyên Demokrat ên Çepgir ên Kurd li Sûriyê (KDÇK) kirine.

Partiyan piştgirî da banga KNK-Rojava, lê heta niha Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê helwesta xwe diyar nekiriye.

Endamên komîteyê îro jî, serdana Partiya Biratî ya Kurdistanê, Partiya Niştimanî ya Kurdistanê, Partiya Roj a Demokratîk a Kurd li Sûriyê, Partiya Azadî ya Kurdistanê ya Azad, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Partiya Lîberal a Kurdistanê kirin.

Endamên Komîteyê di serdana li gel Buroya Partiya Biratî ya Kurdistanê ya li taxa Erbewiyê bi nûnerên partiyên Biratî ya Kurdistanê, Niştîmanî ya Kurdistanê, Roj a Demokratîk a Kurd li Sûriyê û Partiya Azadî ya Kurdistanê hevdîtin kirin.

Endamên Komîteyê ji aliyê Cîgirê sekrêterê Partiya Biratî ya Kurdistanê Ednan Gêlo, endamê Desteya Rêveber ê Partiya Azadî ya Kurdistanê Ebdî Remedan, Sekrêterê Partiya Roj a Kurd li Sûriyê Kovan Keno û endamê Partiya Niştîmanî ya Kurdistanê Ristem Ismaîl komîteya KNK-Rojava ve hate pêşwazîkirin.

Civîn di navbera partiyan û komîteyê de saetekê dom kir û ji çapemeniyê re girtî bû.

Girêdayî gava komîteya KNK-Rojava di avakirina yekîtiya nêrîna partiyên siyasî de sekrêterê Partiya Roj a Demokratîk a Kurd li Sûriyê Kovan Keno got: "Gava komîteyê gavek pîroz e. Em piştgiriya wê dikin. Em ê hewl bidin bi hêza xwe hemû vê însiyatîfê bi ser bixin."

Keno bang li partiyên siyasî yên Kurd kir ku nakokiyên xwe dînin aliyekî û ji bo xizmeta doza Kurd bi hev re bixebitin.

Girêdayî mijarên ku di civînê de hatin nîqaşkirin, sekrêterê Partiya Roj a Kurd li Sûriyê Kovan Keno teqez kir ku tu nakokî di navbera partiyan û komîteyê de derneketin, ji ber ku hemû partî desteka îsiyatîfa komîteyê dikin. Her wiha diyar kir ku divê partiyên siyasî yên Kurd piştgiriya însiyatîfê bikin ji ber ku dijmin ne tenê partiyek lê belê tevahiya partiyan dike hedef.

Di çarçoveya heman mijarê de Komîteya KNK-Rojava îro di saet 14:30 an de serdana avahiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a bajarê Qamişlo kir.

Endamên komîteyê ji hêla hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk Ayşe Hiso, berpirsê Têkîliyên Derve yê PYD'ê Salih Muslim, Koordîntora Jin a partiyê û endama rêveber a Komîteya Têkîliyên Jin a PYD'ê Rozelîn Bekir ve hatin pêşwazîkirin.

Girêdayî mijarê hevseroka PYD'ê Ayşe Hiso destnîşan kir ku ew piştgiriya însiyatîfa Kongerya Neteweyî ya Kurd dikin û ji bo biserxistina însiyatîfê dê bi hêza xwe hemû bixebitin.

Ayşe bal kişand ser gefên Tirkiyê û diyar kir ku Tirkiyê bi gefên xwe ne tenê partiyekê lê belê tevahiya partî û hêzên siyasî yên Kurd dike hedef.

Endamên Komîteyê Dilawer Zingî, Derya Remedan û Silêman Ilyas saet di 18.30‘ an de serdana Partiya Yekîtiya Lîberal a Kurdistanê li bajarê Qamişlo de kir.

Li vir, ji aliyê seroka Yekîtiya Lîberal a Kurdistan Ebîr Hesaf, endamê Desteya Siyasî ya partiya Lîberal a Kurdistanê Ferhad Terlo û Nîdal Îbrahîm ve hatin pêşwazîkirin.

Civîn ji ragahandinê re girtî pêk hat.

Piştî civînê endamê Desteya Siyasî ya Partiya Lîberal a Kurdistanê Ferhad Terlo tekildarî civînê de ji ajansa me re axivî.

‘Îro yekîtî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de girînge’

Ferhad Terlo diyar kir ku yekîtiya gelê Kurd we bandoreke mezin li çareseriya qeyrana Sûriyê û gefên Tirkiyê bike û got: “Em piştgiriya banga Komîteya KNK-Rojava dikin. Îro yekîtî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de gelek girînge. Herêm di rewşek awarte de derbas dibe. Alozî û nakokiyên siyasî her wiha gefên dewleta Tirk a dagirker jî hene. Di rewşek wiha de pêwîstiya gelê Kurd bi yekîtiyê re heye.”

(ekîp)

ANHA