Cenazeyê 3 şehîdên QSD‘ê hatin veşartin

Bi sedan şêniyên bajarokê El-Kesra û gundewarên xeta Ebû Xeşeb cenaeyê 3 şervanên QSD`ê li goristana Şehîd Xidir El-Hemada ya li herêma Ebû Xeşeb veşartin.

Cenazeyê 3 şehîdên QSD‘ê hatin veşartin
Cenazeyê 3 şehîdên QSD‘ê hatin veşartin
Cenazeyê 3 şehîdên QSD‘ê hatin veşartin
Cenazeyê 3 şehîdên QSD‘ê hatin veşartin
Cenazeyê 3 şehîdên QSD‘ê hatin veşartin
Cenazeyê 3 şehîdên QSD‘ê hatin veşartin
Cenazeyê 3 şehîdên QSD‘ê hatin veşartin
19 ÇILE, 2019   18:44

DÊRAZOR

Bi tevlêbûneke qerebalex a şênî û nûnerên Meclisa Sivîl a Dêrazorê cenazeyê şervanên QSD‘ê  Mihemed Suhêl Eteallah (Nemir) Ebdulnasir El-Nayîb (Sexir) û Ehmed El-Ûkla (Serhed) ên ku di Pêngava Bagera Cizîrê ya Şerê Tinekirina Terorê de şehîd bibûn bi merasîmekê li goristana Xidir El-Hemada ya li herêma Ebû Xeşeb hatin veşartin.

Girse cenazeyê şehîdan ji deriyê ketina gundê Mekmen wergirtin û ber bi goritana şehîd Xidir El-Hemada ve ketin rê.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdan deqeyeke rêz hate girtin û ji aliyê şervanên QSD‘ê ve merasîma leşkerî hate lidarxistin. Paşê Hevserokê Meclisa Sivîl a Dêrazorê Xesan Yûsif axivî û got "Hêzên me parastinê dikin da em bi azadî û aramî bijîn, em soz didin şehîdan ku em postek ji axa xwe bernadin."

Bi navê Hêzên Leşkerî Qedrî Dêrazor axivî û şehîdên azadiyê bi bîranî û soza şopandina rêya wan da.

Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Beşar Şemsedîn û bi navê Koordînasyona Jin a Dêrazorê Hesîna El-Eyfan sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û soza parastina destkeftiyên şehîdan dan.

Paşê nasnameya şehîdan ji aliyê rêveberê Saziya Malbatên Şehîdan Xeldûn El-Xalid ve hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Di dawiya merasîmê de nimêj li ser cenaze hate kirin û bi dirûşmeyên "Şehîd namirin" hate veşartin.

(dh)

ANHA