Navenda Tenduristiyê li Holê hate vekirin

Navenda tenduristiyê li navçeya Holê ya girêdayê kantona Hesekê hate vekirin.

Navenda Tenduristiyê li Holê hate vekirin
Navenda Tenduristiyê li Holê hate vekirin
Navenda Tenduristiyê li Holê hate vekirin
Navenda Tenduristiyê li Holê hate vekirin
Navenda Tenduristiyê li Holê hate vekirin
Navenda Tenduristiyê li Holê hate vekirin
Navenda Tenduristiyê li Holê hate vekirin
19 ÇILE, 2019   15:55

HESEKÊ

Navend ji aliyê Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê bi hevkariya Mûdîriyeta Tenduristiyê ya bajarê Hesekê ve bi merasîmekê hate vekirin.

Navenda tenduristiyê dê xizmeta tenduritsiyê pêşkêşî şêniyên 72 gundên girêdayî navçeya Holê bike û derman bê pere pêşkêş bike. Navend ji du bijîjîk, 4 hemşîre û dermanxaneyekê pê tê.

Di merasîmê de hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê  Dr . Ciwan Mustefa vekirina navendê li şêniyên navçeyê pîroz kir û got ew ê bi hemû derfetên xwe xizmetê pêşkêşî şêniyêan bikin.

Dr. Mustefa destnîşan kir ku "Roj bi rojê em xwe îsbat dikin, em dikarîn xwe bi rêve bibin û saziyên xwe vekin."

Ji aliyê xwe ve Hevserokê Meclisa Tenduristiyê ya navçeya Holê Emar Mûsa got: "Rêveberiya Xweser ji bo pêşxistina saziyan û alîkariya şêniyan dixebite, em vekirina navenda tenduristiyê li şêniyên navçeya Holê pîorz dikin.

Dûvre hevseroka Mudîriyeta Tenduristiyê kantona Hesekê Mistefa Erbo axivî û destnîşan kir ku ev navend wê di xizmeta şêniyan de be.

Deriyê navendê ji aliyê dayika şehîd Ehmed, Şaha Xidir ve hate vekirin.

ANHA