Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bo 20‘ê Çileyê bang kir

Koordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê bi daxuyaniyekê bang li tevahî ciwanên Rojava û Bakurê Sûriyê kir ku roja 20‘ê Çileyê li dijî dagirkeriyê û tecrîdê biherkin qadan.

Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bo 20‘ê Çileyê bang kir
19 ÇILE, 2019   15:21

NAVENDA NÛÇEYAN

Koordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê daxuyaniyek nivîskî weşand û bang li tevahî ciwanên Rojava û Sûriyê kir ku li hemberî dagirkeriya Efrînê û ji bo şkandina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan biherkin qadan û li kolanan bibin û pêşengiyê bikin.

Daxuyanî wiha ye;

‘‘Di sedsala 21‘ an de, ji bo ku Şoreşa Rojavayê ku baweriya civakek Demokratîk û Azad afirand radest bigrin, êrîşên hêzên navnateweyî û hevkarên wan ên herêmê her ku diçe firehtir û kûrtir dibe. Ev 8 sal in berdêlên mezin hate dayîn û bi fedakarî û lehengiyê ve Şoreşa Rojavayê ku di xeta paradîgmaya Rêber APO de ye, ji bo gelên Kurdistan û cîhanê bû hêviya jiyana nû. Bi pêşengiya ciwanên şoreşger û welatparêz ve Şoreşa me ya Rojava, coş û kelecanek mezin derxist holê û niha jî bi êrîşên ser xetên Minbic, Girê Spî, Kobanê û Serêkaniyê ve dixwazin bifetisînin. Çawa ku di destpêka Şoreşa Rojava de Ciwanên Şoreşgerê ya Kurdistanê herikîn ber bi şoreş û qadan, dîsa wê biherikin qadan.

Çalakiyên greva birçîbûyînê ku ji ber protestokirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi giyana 14‘ê Tirmehê ve bi pêşengiya Hevseroka KCD‘ê Leyla Guven dest pê kiribû, niha li Kurdistanê û cîhanê berbelav dibe. Divê ciwanên Kurdistanê, li hemberî van çalakiyan hestiyar bibin û li qada ku lê ne divê çalakî mezintir bikin.

Di 20‘ê Çileyê de, ango di roja salvegera dagirkirina Rojavayê de, divê ciwanên şoreşger û welatparêz ya Rojava û Bakurê Sûriyê, bi bibîryariya “ Efrînê ji nû ve azad bikin“ li qadan bibin. Bi şiyara “Ji Bo ku Tecrîdê Bişkînin, Faşîzmê Hilweşînin, Kurdistanê Azad Bikin Serî Hilde“ starta rêzeçalakiyên xwe didin. Li ser vî esasî, divê ciwanên şoreşger û welatparêz ya Rojava û Bakurê Sûrî, bi giyana seferberiyê li meydanan, li kolanan bibin û pêşengiyê bikin.‘‘

ANHA