Dewriyeyên hevbeş didomin

Polîsên leşkerî yên Rûsyayê dewriyeyên hevbeş bi Meclisa Leşkerî ya Babê re li ser xeta di navbera hêzên Meclisa Leşkerî ya Babê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker de zêde kirin. Her wiha polîsên leşkerî yên Rûsyayê hejmara tankên di dewriyeyê de zêde kirin.

Dewriyeyên hevbeş didomin
Dewriyeyên hevbeş didomin
Dewriyeyên hevbeş didomin
Dewriyeyên hevbeş didomin
19 ÇILE, 2019   11:53

MINBIC

Polîsên Leşkerî yên Rûsyayê dewriyeyên hevbeş bi Meclisa Leşkerî ya Babê re ku li ser xeta di navbera hêzên Meclisa Leşkerî ya Babê de li gundewar, bajarokên rizgarkirî yên girêdayî bajarê Babê di navbera bakurê bajêr û çeteyên dewleta Tirk a dagirker de zêde kirin.

Her wiha polîsên leşkerî yên Rûsyayê hejmara tankên ku tev li dewriyeyê bûne, zêde kirine û kirine 6 tank, her wiha du erebeyên Meclisa Leşkerî ya Babê di nava dewriyeyê de ne. Îro saet di 9:00`an de dewriyeyên hevbeş li gundewarên bajarokê El-Erîma dest pê kir û ber bi Ceblet El-Hemra ya aliyê rojavayê başûrê bajarokê El-Erîme ve çû. 

Ceblet El-Hemra ji nuqteyên ku li nêzî cihên ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundê El-Sikeriyê belav dibin. Li wê deverê dewriyeyên hevbeş sekinîn da ku rewşa nuqteyên çavdêriyê nas bikin û rewşa eniyê bişopînin. Tê payîn ku dewriyeyên hevbeş ber bi gundewarên bakurê bajarokê El-Erîma ve biçin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku balafirên Rûsyayê bi şev û roj li asîmanê hemû eniyan digerin û bi taybet dema ku dewriyeyên hevbeş digerin.

(bx/bm)

ANHA