30 Êzidiyên li Kampa Newroz dest bi greva biçîbûnê kirin

30 Êzidiyên Şengalê yên li Kampa Newroz a herêma Dêrikê bi armanca piştgiriya daxwazên Leyla Guven û şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dest bi greva birçîbûnê kirin.

30 Êzidiyên li Kampa Newroz dest bi greva biçîbûnê kirin
30 Êzidiyên li Kampa Newroz dest bi greva biçîbûnê kirin
30 Êzidiyên li Kampa Newroz dest bi greva biçîbûnê kirin
17 ÇILE, 2019   15:24

QAMIŞLO

Greva birçîbûnê ya ku Leyla Guven bi armanca rakirina tecrîdkirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê kiribû derbasî roja xwe ya 71 an bû. Ji bo piştgiriya daxwazên Leyla Guven 30 kesên Êzidî ji şêniyên Şengalê ku li Kampa Newroz dimînin dest bi greva birçîbûnê kir.

Kesên ketine greva nêrînên xwe bi ajansa me re parve kirin.

Zehra Şemo destnîşan kir ku çalakiya wan bi armanca piştgiriya Leyla Guven ku wekî "sembola jina azad têkoşer" pênase kir û got :"Wek jinên Êzidî em ê piştgiriya Leyla Guven bin heta armancên wê pêk werin."

Zehra tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li girtîgeha Îmraliyê şermezar kir û got: "Em fikra Ocalan wek giyana gelê Êzidî dihesbînin. Ji ber ku bi saya fikrên Ocalan gelê Êzidî rizgar bû û bi saya şervanên şopdarên fikr û têkoşîna wî jinên Êzidî ji destê DAIŞ'ê hatin rizgarkirin. "

Zehra di dawiya axaftina xwe de got: "Abdullah Ocalan bi fikr û felsefeya xwe ya ku banga mirovahiyê dike, biserket."

Ji aliyê xwe ve çalakgerê bi navê Hadî Mixeybir ev tişt anî ziman: "Em berxwedana têkoşer Leyla Guven û hevalên wê di girtîgehên faşîsta Tirk de silav dikin. Heta bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan em piştgiriya wan dikin. "

Mixeybir wiha domand: "Çendî ku Ocalan di girtîgeha Tirkiyê de ye, gelê Êzidî rizgar nabe. Ji ber wê ta azadiya Ocalan em ê çalakiyên xwe bidomînin. "

Di çalakiyê de gelek axaftin hatin kirin. Di axaftinan de berdewamkirina piştgiriya Leyla Guven û hevalên wê ta bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah hate tekezkirin. Tevî wê jî sinevizyonek girêdayî komploya navdewletî hat pêşandan. Her wiha nûnerên saziyên civaka sivîl a Dêrikê û koçberên Kampa Newroz serdanan çalakgeran dikin.

(şx)

ANHA