Ji Hêzên Rizgariya Efrînê rêzeçalakî: 5 çete hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku hêzên wan li Efrînê li dijî dagirkeran rêzeçalakî kirin, di encamê de 5 çete hatin kuştin.

Ji Hêzên Rizgariya Efrînê rêzeçalakî: 5 çete hatin kuştin
Ji Hêzên Rizgariya Efrînê rêzeçalakî: 5 çete hatin kuştin
Ji Hêzên Rizgariya Efrînê rêzeçalakî: 5 çete hatin kuştin
Ji Hêzên Rizgariya Efrînê rêzeçalakî: 5 çete hatin kuştin
17 ÇILE, 2019   14:43

NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rizgariya Efrînê diyar kir ku hêzên wan di dîroka 15 û 16‘ê Çileyê de li dijî dagirkeran çalakiyên li bi bandor lidar xistin û 5 çete kutin.

Daxuyanî wiha ye;

"Şervanên me çalakiyên xwe yên li dijî artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wî li Efrînê û derdora wê didomînin. Di vê çarçoveyê de, di dîroka 15 û 16’ê Çileyê de li navenda Efrînê û navçeyên Şêrawa û Şera de li dijî dagirkeran 3 çalakiyên bi bandor hatin lidar xistin, 5 çete hatın kuştin. Di derbarê çalakiyên hatin lidar xistin de agahiyên berfireh wiha ne;

1. Di dîroka 15’ê Çileyê de şervanên me, li taxa Mehmûdiyê ya navenda Efrînê, li dijî seyareyeke leşkerî ya girêdayî koma çete ya Firqet el Hemze çalakiyeke sabotajê lidar xistin. Di encama çalakiyê de çeteyek hat kuştin û 3 çete jî bi giranî birîndar bûn.

2. Di dîroka 16’ê Çileyê de şervanên me, li ser rêya gundê Basûfanê ya girêdayî navçeya Şêrawa li dijî seyareyeke leşkerî ku hejmarek çeteyên girêdayî komên Firqet El-Hemze û Firqa 23 têde bûn, çalakiyeke sabotajê lidar xistin. Di encama çalakiyê de 3 çete hatin kuştin. Navê çeteyekî ku hatiye kuştin Ehmed Raxib Çelo ye.

3. Di dîroka 16’ê Çileyê de şervanên me li gundê Malikiyê ya navçeya Şera li dijî çeteyekî yê girêdayî koma Cebhet El-Şamiyê çalakiya sekvaniyê lidar xistin. Di encama çalakiyê de çete hat kuştin."